DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Li Rihayê AKP'yî bi dirûşmeya "Bijî DAIŞ" êrîş kir

 
1 Kasım
15:33 2015

RIHA (DÎHA) - Li gelek navçeyên Rihayê AKP'yî êrîşê erkdarên sindoqê yên HDP'ê kirin û di êrîşan de gelek kes birîndar bûn. Li navçeya Wêranşarê keyayê Taxa Yeşîlagac jî di nav de komek AKP'yî bi sloganên "Bijî DAIŞ" êrîşî erkdarên HDP'ê kir.

Li Rihayê êrîşên li hemberî muşahid, erkdarên sindoqan û erkdarên gerok berdewam dike. Li Wêranşarê, keyayê Taxa Yeşîlagac û 100 kesên li gel wî bi sloganên "Em AKP'yî ne. Hun dikarin bikevin vê derê. Bijî DAIŞ" êrîşî erkdarên sindoqan ên HDP'ê kirin. Mahmut Sancar û Alî Uluturken ên ku di êrîşê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

'Partiya kafiran nikare bikeve vê derê'

Dîsa li Taxa Yolbîlen, erkdarê sindoqê yê HDP'ê Vedat Erdemcî ji aliyê AKP'yiyan ve hate derpkirin. Hate zanîn ku AKP'yî, ji parêzerên ku çûne cihê bûyerê jî gotine "Partiya kafiran nikare bikeve vê derê." Hate ragihandin ku li Taxa Karatepe jî li hemberî muşahidên HDP'ê hewldanên provokasyonê didomin.

Li navçeya Serêkanî jî, li Taxa Kevireşa Jorîn, muşahidê HDP'ê Îsmaîl Guntekîn hate derp kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê Ya Serêkanî. Hate zanîn rewşa Guntekîn baş e. Namzeta HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven jî da zanîn ku li Rihayê, li hemberî erkdarên partiyê wekî ku ji navendek ferman hatibe dayîn êrîş hatine kirin.

Hate zanîn li Taxa Hemam Vêran a navçeya Sêwreg jî erkdarê sindoqê ya HDP'ê rastî êrîşa AKP'yiyan hatiye û ji serê xwe birîndar bûye.

Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê jî, erkdarê sindoqê yê HDP'ê Ahmet Dag ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Dag birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û sedema binçavkirina wî nehat zanîn.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR