DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Birîndarên komkujiya Enqereyê li ser sindoqan hesab pirsîn

 
1 Kasım
15:20 2015

STENBOL/EDENE (DÎHA) - Welatiyên di komkujiya Enqereyê de birîndar bûn, li Stenbol û Edeneyê dijîn ji bo hesabê komkujiyê bipirsin dengê xwe bi kar anîn.

Welatiyê çekes Seyfullah Gucukatalak ê di komkujiya Enqereyê de birîndar bû dengê li Dibsitana Navîn a Buyukşehîrê ya Beylukduzuya Stenbolê bi kar anî. Gucukatalak li ambulansa ku hat ber malê siwar bû û bi sedyeyê birin ser sindaoqa ku dengê xwe bi kar bîne.

'Bi ev halê xwe ez hatim dengê xwe bi kar bînim wê aştî bi ser bikeve'

Gucukatalak beriya dengê xwe bi kar bîne axaftinek kurt kir û ev tişt anî ziman: "Em ji bo aştiyê çûn mîtînga Enqereyê. Ji bo aştî û biratî pêk were ez bi ev halê xwe hatim dengê xwe bidim. Li hemberî hemû pêkanînên dijdemokratîk wê aştî bi ser bikeve. Enczma ku ji sindoqan derkeve gelekî girîng e. Ez di wê baweriyê de me ku wê rêya aştiyê veke û hêzên zordest wê têk biçin."

Ertugrul Kuru yê di komkujiya Enqereyê de birîndar bû û ligel ku di lingê wî de bîlye heye jî bû muşahidê ser sindoqê. Kuru ji bo dengê wan neyê dizî deqeyekê jî li ser sindoqê veneqetiya.

Li hemû qadan aştî û biratiyê biqîrim

Serokê Şaxa BTS'ê yê Edeneyê Tonguç Ozkan ê di komkujiyê de birîndar bû bi malbata xwe re dengê li sindoqa 1059 a li Lîseya Anadoluyê ya Abdulkadîr Paksoy bi kar anî. Ozkan di meşê de zehmetî dikşand bi alîkariya malbata xwe çû pola ku dengê xwe bi kar bîne. Ozkan piştî dengê xwe bi kar anî axaftinek kurt kir û diyar kir ku ew bi ev halê xwe hat ser sindoqê û ji bo aştiyê dengê xwe bi kar anî û ev tişt anî ziman: "Ez ê têkoşîna hevalên xwe ya aştiyê bidomînim. Ez ê li hemû qadan aştî û biratiyê biqîrim."

Malbata Erhan Avci yê HDP'î di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da li Dibistana Seretayî ya Abdulrahîm Karakoç dengê xwe bi kar anî. Hevjîna wî Merî Nas Avci diyar kir ku ew ê têkoşîna hevjînê ya ya aştiyê bidomîne û bi kelogirî hestên xwe wiha anî ziman: "Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e me dikujin. Ji bo aştiyê me dengê xwe bi kar anî."

(wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR