DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Ligel pêkûtiyan xwedî li sindopan derdikevin

 
1 Kasım
15:13 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Mûşê di bin siya çekan de hilbijartin berdewam dike, li Erzirom û Wanê jî ligel hemû astengiyan muşahîdên HDP'î û hilbijêr xwedî li sindoqan derdikevin. Li Mûşê tîmên taybet nûçegihanê DÎHA'yê ku li ber dibistaneke dîmen dikişand bi şikandina kamereyê ve tehdîd kirin û gotina polîsan a "Ma DÎHA çi ye tu nikarî li vir dîmem bikişînê, li vir dewlet ez im" gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ê "Zilam derketiye dibêje Amed, ma Amed çi ye lo" bi bîr xist.

Li Mûşê piştî dengdayînê dest pê kir bikaranîna dengan di bin siya çekan de berdewam dike. Li navenda bajar û gundan tevgera leşker û polîsan berdewam dike lê welatî ligel pêkûtiyan jî xwedî li sindoqan derdikevin. Polîsan li Dibistana Seretayî ya 100.Yil Zaferê polîsan xwestin bi serokên lijneyên sindoqan ve hevdîtina taybet pêk bînin lê ev yek ji aliyê muşahîdê HDP'ê ve hate astengkirin. Dengdayîn berdewam dike û tîmên taybet pêkûtiya psîkolojîk dikin. Polîsan fermana Walîtiya Mûşê hincet nîşan dan û di ketina dibistanan de nasnameyan kontrol dikin. Piştî ku parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim bi rayedaran re hevdîtin pêk anî got ku rayedaran gotine ku ev pêkanîn dê bên rakirin.

'Ma DÎHA çi ye'

Nûçegihanê DÎHA'yê ku li ber Lîseya Îmam Hatîpê dîmen dikişand ji aliyê tîmên taybet ve hate astengkirin û bi gotina "DÎHA çi ye. Tu nikarî li vir dîmen bikişîne. Li vir dewlet ez im" bi şikandina kamerayê gef lê xwarin. Dîsa polîsên ku diçin înternet û qahwexaneyan biryara Walîtiya Mûşê hincet nîşan dan û biryara girtina van deran teblîf kirin. Hin esnafan kargehên xwe girtin lê hin ji wan jî li dijî vê yekê derketin. Polîsan lîsteya hîn kesên ku lêgerîna wan hene dan serokê lijneya sindoqan xwestin dema ku ev kes bên dengên xwe bi kar bînin agahî bidin wan. Hate hînbûn li Dibistana Seretayî ya Samî Îlyas piştî ku denê xwe bi kar anî hate binçavkirin.

Li bajaroka Karaagaçli ya Dêrxasê dema ku muşahîd û berpirsyarên dibistanan ên HDP'î xwestin bikiver Dibistana Seretayî ya Daglarbaşiyê ji aliyê namzetê AKP'ê yê rêza 2'yemîn Abdulselam Er ve hatin astengkirin.

Malbatên zarokên wan hatin qetilkirin çûn ser sindoqan

Li navçay Giyadînê ya Agiriyê xizmên Muhammed Aydemîr (16) û Orhan Aslan (17) ên di 12'ê tebaxê de li depoya dar a firina ku lê dixebitîn hatin qetilkirin jî çûn ser sindoqê û deng bi kar anîn. Bavê Aydemîr, Hanîfî Aydemîr ê li Dibistana Şevînî ya Giyadînê deng bi kar anî ev tişt anî ziman:"Êdî em naxwazin kes bimire. Zarokên me hatin qetilkirin. Min dengê xwe da aştiyê."

Dayika Aslan, Behîce Aslan jî di sindoqa hejmar 1992'yan de dengê xwe bi kar anî û destnîşan kir ku kurê wê ji bo pereyê nanê di firina ku dixebitî hatiye qetilkirin û wiha got: "Ez ligel vî êşa xwe jî aştiyê dixwazim. Êdî bes e bila aştî pêk bê."

Li aliyê din serê sibehê polîsên ku dibistan dorpêç kirin li hemberî hilbêjêran pêkûtiyên xwe didomînin.

Polîsan mudaxaleyî wesayîta bûkê kirin!

Li Wanê jî pêkûtiyên leşker û polîsan ên li dijî gel berdewam dike. Li cadeya Maraşê wesayîta ku bi rengên kesk û sor û zer hatibû xemilandin a bûkê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. Gel li hemebrî vî pêkanînê nerazîbûn nîşan da û li aliyê din polîsên trafîkê jî ceza li wesayîtê birîn.

Polîs bûn muşahîdê AKP'ê!

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê polîsên sivîl ên ku li taxa Derekliyê li ser sindoqan bû hate dîtin ku kartên muşahîdên AKP'ê bi wan re ne. Rêveberên HDP'ê ji dibistanê hatin derxistin û li Dibstana Şevînî ya Şehît Ahmet Şukru Karataşê

Erzurum'un Karayazı ilçesine bağlı Derekli (Cihanbeyli) Mahallesi'nde sandık başında bekleyen sivil polislerin, AKP müşahit kartları taşıdığı görüldü. HDP'li yöneticiler tarafından polisler okuldan çıkarılırken, Karayazı Şehit Ahmet Şükrü Karataş Yatılı Bölge Ortaokulu'nda ise birayê serokê AKP'ê êrîş kir lê polîsan mudaxale nekir.

Serokê Rêxistina AKP'ê çeka xwe kişand

Li navçeya Payîzava ya Wanê serokê rêxistina AKP'ê û Encumenê ŞAredariya Payîzavayê Halît Toktaş ê li ser sindoqa taxa Akçanisê bi muşehidên AKP'î ve nîqaş kirin. Di dema nîqaşê de Toktaş û muşahîdên HDP'î Yusuf Aslan û Hasan Mendaş hatin binçavkirin.

Dîsa li naçeya Artemêtanê 2 kesên li Dibistana Seretayî ya Suphanê hatin binçavkirin. 2 welatiyên bi hinceta ala HDP'ê hejandine hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR