DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Heyeta PE: Dîmenek wisa li cîhanê tune ye

 
1 Kasım
14:34 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di serî de li navçeya Sûrê li hemû navçeyên Amedê zextê polîsên tîmên taybet û leşkeran berdewam dike. Heyetên ku ji Ewropayê ji bo çavderiyê hatin jî rastî gef, lêdan û binçavkirinan hatin. Heyata Parlamentoya Ewropayê ji ber van pêkanînan şaş man û gotin "Me rewşek wisa li tu cihê cîhanê nedîtiye."

Li navçeya Sûr a Amedê ku di mehên borî de rastî êrîşên giran ên polîsên tîmên taybet hat, gel di saetên sibê de ji bo dengdanê herikî dibistanan. Hilbejêr dema ji bo dengdanê çûn dibistanan, ewil bi polîsên tîmên taybet re rû bi rû man. Namzeta Parlementera HDP'a Amedê Feleknas Uca derbarê mijarê de agahî da û got, rayedarên lijneya hilbijartinê diyar kirine ku biryara bicihkirina polîsên tîmên taybet ji aliyê Walitiya Amedê ve hatiye dayîn û biryarek wisa ya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind tune ye. Hilbijêr jî bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin "Hemû hêzên dewletê jî werin emê biçin ser sindoqan."

'Nêzîk nebin emê bi şaşî gule berdin'

Polîsên tîmên taybet jî, rojnamevanên ku xwestin dorpêça dibistanan a polîsan bikişînin asteng kirin û bi gotina "Nêzîk nebin, emê bi şaşê gule berdin" gef li rojnamevanan xwarin. Polîs her wiha dîmenên rojnamevanan jî paqij kir.

Heyeta PA: Rê li ber provokasyonan vedike

Heyeta Parlamentoya Ewropayê (PE) ku ji bo şopandina hilbijartinan hatibû herêmê jî li ber van dîmenan şaş ma. Ji heyetê Martîna Michels diyar kir ku hebûna polîsan a li dibistanan rê li ber hemû provokasyonan vedike û wiha pê de çû: "Tu eleqa van dîmenan bi demokrasiyê tune ye. Min atmosferek wisa ya leşkerî li tu cihê cîhanê nedîtiye."

Ji heyetê Josu Juarıstı Abaunz jî got ewê van pêkanînan bigihînin Parlamentoya Ewropayê.

AKP'yî ajokarê heyetê derp kir

Li gundê Karabaş a navçeya Sûrê jî, heyeta ku ji parlamenterên Parlamentoya Ewropayê pêk tê, ji aliyê Namzetê AKP'ê yê Parlementeriyê Şafak Yenturk ve hatin derp kirin û ji dibistanê hatin dûrşistin. Ajokarê heyetê jî ji aliyê namzetê AKP'ê û xizmên wî ve hate derp kirin.

Namzetê AKP'ê gefa li heyeta Îngîlîz xwar

Heyeta ku ji Îngîlîstanê hatibû, li navçeya Çêrmûg a Amedê rastî êrîşa Namzetê AKP'ê ya Parlementeriyê Baran Çelîk û koma li gel wî hatin. Çelîk heyeta ku li Lîseya Anodolu ya Çêrmûgê hilbijartinê dişopandîn, bi gotinên "Ev der welatek demokratîk e, hun çi dixwazin? Ji vê derê bicehimin û biçin" tehdît kir.

Wergêr hate binçavkirin

Li gundê Yokuşlu ya navçeya Pîran a Amedê jî welatiyê bi navê Ramazan Tunç ê ku ji heyeta Emerîkî û Îtalyan re karê wergerê dikir hate binçavkirin. Hate zanîn Tunç birine Qereqola Cenderme ya Navçeyê.

Heyeta 6 kesî hate binçavkirin

Li gundê Alangor a navçeya Yenîşehîr jî leşker, bi hinceta ku pasaportên wan ne li ser wan e, nehêşt ku heyeta ji Başûrê Kurdistanê hatiye bikeve dibistanê. Heyata 6 kesî jî ji ber ku silav dane welatiyan ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR