DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

Li Semsûrê heyeta çavdêr a navneteweyî hate astengkirin

 
1 Kasım
13:41 2015

SEMSÛR (DÎHA) - Heyeta çavdêr a navneteweyî ku ji bo binpêkirinên ji ber negirtina muşadîhên HDP'ê li herêmên hilbijartinê lêkolîn bikin negirtin herêmê. Wergêrê heyetê Mehmet Subaşi wiha got: "Nahêlin tu kesên HDP'î bikevin li vî gundî. Ligel ku me got jî çavdêrên serbixwe ne jî em avêtin derve. Diyar e ku bi zorê hemû kes dengên xwe bidin AKP'ê."

Li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê dengdayîn berdewam dike. Yek ji navendên ku li dijî hilbijêr û muşahîdên HDP'ê agahiyên binpêkirinan tê Semsûr e. Li navçeya Golbaşi dîmenên serokê AKP'ê yê navçeyê ku bi pere deng dikire derketin holê, li navçeya Kolikê li gelek gundan nahêlin ku muşahîdên HDP'ê biçin ser sindoqan. Keyayên gundên Kîferî, Garmirig, Tomagê bi gotina "neyên vê derê dê provokasyon çêbibe" peywirdarên sindoqan asteng diin û leşker jî tu mudaxaleyan nakin.

Li Menzîl a ku Şêxê Nakşîbendî heye jî nehîştin ku muşahîdên HDP'ê biçin ser sindoqan û ev yek ji aliyê heyeta çavdêr a navneteweyî ve hate qeydkirin. Heyeta ku xwest biçe gund jî nehiştin gund û wergêrê heyetê Mehmet Subaşi ev tişt anî ziman: "Nahêlin tu kesên HDP'î bikevin li vî gundî. Ligel ku me got jî çavdêrên serbixwe ne jî em avêtin derve. Diyar e ku bi zorê hemû kes dengên xwe bidin AKP'ê."

Li gundê Palaşê ya bi ser navenda Semsûrê jî serokê sindoqa hejmar 2083'yan ji ber ku nehişt kesek bêyî nasname deng bi kar bîne ji aliyê Îbrahîm Koyuncu yê hate gotin AKP'î ye û komeke ji 15 kesan pêk tê hate tehdîdkirin.

Piştî bûyerê endama Partiya Komunust a Fransayê Pascal Toulure yê li wir bi heyetê re lêkolîn diyar kir ku li Semsûrê muşahîdên HDP'ê û serokên sindoqan rastî astengiyên cidî tên û piştî ku lêkolînên wan bi dawî bû ew ê rapora ku amade kirine bi saziyên têkîldar re par ve bikin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR