DİHA - Dicle Haber Ajansı

Spor

Tîma jinan a Amedsporê dê biçe Almanyayê

 
23 Temmuz
09:07 2015

AMED (DÎHA) - Tima jinan a Amedsporê îro wê ji bo piştevaniyê biçe Almanya û li wir bi tîma şaredariya Hannoverê ya bi navê SG 74 re têkeve kampê. Endamê Lijneya Rêvebariya Amedsporê Dîlan Yumlu da zanîn ku 3 jê rêveber bi tevahî 14 kes biçin kampê û wiha got: "Ji bo ku di nava herdu tîman de pirek bê çêkirin em ê biçin kampê. Armanca me hevpariya futbolê ye"

Tîma sporê a jinan a Amedsporê wê îro biçe Almanya û wê bi tîma futbolê ya şaredariya Hannover a bi navê SG 74 re têkeve kampê. Kampa kuwê tîma jinan ya Amedsporê wê bi tîma jinan ya bi navê SG 74 re li dar bixe wê 9 rojan li bajarê Hannoverê berdewam bike. Ji tîma jinan ya Amedsporê wê 11 lîstikvan û 3 jî rêveber biçin Almanya. Hat zanîn ku çûna tîma jinan a Amedsporê li ser vexwendina tîma SG 74 pêk hatiye. Endamê Lijneya Rêveberiya Amedsporê Dîlan Yumlu da zanîn ku armanca kampa ku wê pêk bê ji bo piştgiriya herdu welatan e û wiha got: "Ji bo ku di nava herdu tîman de pirek bê çêkirin em ê biçin kampê. Armanca me hevpariya futbolê ye."

'Di 2016'an de em ê vexwendnameyê ji wan re bişînin'

Yumla anî ziman ku tîma wan di lîga 3'yemîn de dilîze û wiha pê de çû: "Tima SG 74 bihîstiye ku lîstikavanê tîma wan di lîgê de bûye lîstikvanê herî zêde gol avêtiye tê de dilîze û ji ber serkeftina bi dest xistine me vexwendin Almanyayê. Ji ber ku guherandina rêveberiya tîma me hebû me hinekî dereng bersiv da vexwendnameya wan." Yumlu diyar kir ku ew ê 9 rojan li bajarê Hannoverê di kampê de bimînin û wiha domand: "Di nava planên me de em ê di sala 2016'an de tîma SG 74 vexwînin Amedê."

'Heviya me lîga 2'yemîn e'

Yumlu bilêv kir ku kamp ji bo sezona nû wê xebatekî baş derxîne holê û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Piştî ku sezon dest pê bike wê lîstikvanên me bi tempoyek xurt dest bi sezonê bikin. Li herêma me qedir didin jinan. Em hêvî dikin ku wê ev tenê destpêkek be. Tîma me li hemberî hemû helwestan bi tiştekî hindik lîga 2'yemîn bi dest nexist. Hêviya me ew e ku di sezona nû de em bi serkeftinek mezin derbasî lîga 2'yemîn bibin."

'Cara yekem tîmek xerîb me vedixwîne'

Kaptanê tîma jinan a Amedsporê Guzîde Alçu (18) anî ziman ku ev 7 sale bi futbolê eleqedar e û wiha got: "Di destpêkê de min bi hevalên xwe yên taxê dest bi lîstika futbolê kir. Cara yekem tîmek xerîb me vedixwîne û em bi kelecan in ku biçin Almanyayê. Em ê li wir ji wan hin tiştan hîn bibin û em ê gelek tiştan fêrî wan bikin."

'Jin divê bi xwe bawer bin û bi futbolê bilîzin'

Alçu destnîşan kir ku futbula jinan hêzek daye wan û wiha domand: "Bi futbola jinan me şewq da Amedê. Futbol tenê ne ya mêran e. Me qeweta jinan di futbolê ji de derxist holê. Banga me ew e ku jin bi xwe bawer bin û bi futbolê bilîzin."

'Em hêvî dikin ku ev kêmdîtin ji welatê me rabe'

Qeleciyê tîma jinan a Amedsporê Lufiye Fîgen (16) da zanîn ku ew bi lîstika taxê dest bi futbolê kiriye û got ku niha di tîma jinan de dilîze û wiha got: "Ji bo me cerebeyek pir baş e. Ji ber vê em pir bi kelecan in. Li wirê em ê gelek tiştan fêr bibin. Li welatê xwe me kêm dibînin lê welatên xerîb me vedixwînin kampên xwe. Em hêvî dikin ku ev kêmdîtin ji welatê me rabe. Em naxwazin li her deverê biçûk bên dîtin."

'Divê êrîşê li ser tîman bê qedandin'

Fîgen derbirî kir ku pîştî çûna Almanyayê ew ê bibin xwedî ramanên hîn xurtir û wiha berdewam kir: "Em ê bi xwe re cerebeyên nû, ferasetek nû vegerînin. Banga min ew e ku divê dawî li êrîşê ser tîman bînin. Em hêvî dikin ku tîmên din di vê mijarê de hişyar bin."

(ua-ek/wk)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR