DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Şaredariya Silopî kamyonek zexîre şand Kobanê

 
7 Temmuz
10:53 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Şaredariya Sîlopî di çarçovaya piştevaniya bi gelê Kobanê re kamyonekî zexîre şand Kobanê.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê ji aliyê şaredariyê ve kamyonek zexîre ji bo Kobanê hat rêkirin. Şaredariya Silopî ku her sal meha Remezanê weke paket zexîre dida xîzanên bajêr, îsal ev alîkarî ji bo Kobanê şand. Şaredariyê li gel birinç, savar, rûn, fasulye, avbacan û xwê 500 paketên alîkariyê ku nêzî 15 ton dikir duh bi şev li kamyonekê bar kir û îro serê sibê ber bi Kobanê ve rêkir. Beriya ku alîkarî were şandin Hevşaredara Silopî Emîne Esmer diyar kir ku gel, rêxistin û Şaredariya Silopî heya û him ji milê manewî him jî ji milê aborî ve gelek ked ji bo Rojava daye. Esmer da zanîn ku ji îro û pêde jî tişta bikeve ser milê wan ew dê bikin û serkeftin ji bo şervanên YPG/YPJ'ê xwest.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Silopî Yunus Tuncay jî got ku ew dê îsal zikat û fitreyên xwe ji bo Rojava bişînin. Tuncay bang li gelê Silopî kir ku ew hemû zikat û fitreyên xwe ji bo Rojava berhev bikin.

piştî axaftinan alikariya ku Şaredariya Silopî amade kiribû ber bi Kobanê ve hat rêkirin.

(no/bd)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR