DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Mihrîcana Eshab-i Keyf dest pê kir

 
28 Mayıs
12:02 2015

AMED (DÎHA) - 4'emîn mihrîcana Eshâb-i Keyfê ku ji aliyên Şaredariyên Licê, Hênê û Karazê ve hat amadekirin dest pê kir.

Li gundê Dêrkamê yê Liceya Amedê Şaredariya Liceyê 4 salin wekî kevneşopiyekê li şikeftên Eshâb-i Keyfê şahiyê pêk tîne. Her sal bi hezaran welatî diçin şikeftê ziyaret dikin û duayan dixwînin. Her sal di 28'ê Gulanê de bi hezaran welatî ji navçe û navenda Amedê berê xwe didin warê pîroz Eshâb-i Keyfê û li vir şahiyan pêk tînin. Dua dikin û hêvî û daxwazan dikin. Îsal jî Şaredariya Karazê li vî warê pîroz 4'emîn Mihricana Eshâb-i Keyfê pêk anî. Îsal jî mihricana ku şaredariyên HDP'ê amade kiribû dest pê kir. Welatiyên ku ji derdorê hatin li derdorê kon vekirin û dest bi ziyareta Eshab-i Keyf kirin. Welatiyên hatin vir dua dixwînin û daxwazan dikin. Li bendê ye ku namzetên HDP'ê jî beşdarî şahiyê bibin.


Dîroka Eshab-i Keyfê

Li gorî efsaneyan kralê bi navê Dakyus (Dakyanus ango Decius) li welatekî putperest 7 ciwanên Hıristiyan tawan bar dike. 7 birayên ku ji yek xwedayî bawer dikin li gel şivan û kuçikekî ji Dakyanusê zalim direvin û tên dikevin şikefta Eshâb-i Keyfê. Kralê ku helwesta li dijî Putperestiyê dibîne, biryara kuştina 7 birayan dide. Kral ferman dide ku derê şikeftê bigirin. 7 bira radizên û 300 salan li vir dimînin. Pişti 300 sali hişyar dibin û dema derdikevin ku her tişt hatiye guhertin û dîsa diçin şikeftê. Piştre êdî agahî ji wan nayê girtin. Her sal di 28'ê Gulanê de li vir şahî tê li darxistin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR