DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Menfeza li ser rêya Bendava Farqînê hat teqandin

 
20 Nisan
14:33 2015

herêmî::::::::

GÖRÜNTÜLÜ
FOTO
-dyb-20-04-15-silvan-askeri-hareketlilik-kopru-patlama


AMED (DÎHA) - Menfaza li ser rêya ber bi Bendava Farqînê ve diçe şevê din ji aliyê kes û kesên nasnama wan nehat diyarkirin ve hat teqandin. Di encama teqînê de mefenzê zirar dît û piştî teqînê li herêmê operasyon hat destpêkirin.

Bendava Farqînê ya demeke berê li navçeya Farqînê ya Amedê li ser hişyariya HPG'ê xebatên xwe dabûn rawistandin û rojên borî çareke din dest bi xebatên xwe kir, menfeza li ser riya bendavê şevê din ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate qetandin. Di encama teqînê de menfeza ji 15 metreyan pêk tê zirar dît. Piştî teqînê li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî operasyon bi taybetî li qada gundên Boşat û Sêdeqnê yên li ser rêya bendavê hatiye berfirehkirin.

Bi operasyonê re ber bi herêma bendavê ve sewqiyata alav û amûrên çêkirina bendavê hate kirin. Polîsan bi TOMA'yan li ser riya diçe herêmê tedbîr girtin û nokteya kontrolê hat danîn.


(dd/bd)






Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR