DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Şaredariya Silopî 6 wesayît hîbeyî şaredariyên herêmê kir

 
16 Nisan
14:57 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Şaredariya Silopî 6 wesayîtên xwe yên nîvotobus hîbeyî şaredariyên Elkê, Qileban, Findik, Dêrgul, Weshis-Tilqebîn û Bêspinê kirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê Şaredariya Silopî 6 wesayîtên xwe yên ku bi kar nedianîn hîbeyî şaredariyên Elkê, Qileban, Findik, Dêrgul, Weshis-Tilqebîn û Bêspinê kirin. Beriya ku Şaredariya Silopî wesayîtên nîvotobûs hibeyî şaredariyên din bike, ligel Parlamenterê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz, hevşaredarên Silopî Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, hevşaredarên ku herêmê li ber avahiya agirkuj a Şaredariya Silopî hatin cem hev. Hevşaredarê Silopî Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku wan di rûnişta meha nîsanê ya meclîsa şaredariyê de biryar girtine ku 6 wesayîtên xwe yên nîvotobus hîbeyî şaredariyên din bikin û ev tişt gotin: "Beriya niha ji bo li nav bajar bixebitin me 10 otobûs stendin û me biryar da ku em nîvotobusên xwe yên berê hîbeyî şaredariyên xwe ku ew jî ji bo gelê me pê xizmetê bikin. Em ji bo şaredariyên xwe dibêjin ser xêrê û pîroz be."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz anî ziman ku ligel hemû pêvajoyên giran şaredariyên me hewl didin ku ji bo gelê xwe xizmetek baş bikin û wiha axivî: "Bêguman hemû şaredariyên me weke malbatekê ne. Ew malbata ku tifaqa xwe bi keda şehîdan ava kiriye bi têkoşîna çil salan ava kiriye."
Sariyildiz bilêv kir ku felakete mezin li ser rojavayê Kurdistanê de hatiye û wiha pê de çû: "Gelê me bi ruhekî fedaî tehdîtên li ser Rojava têk birin. Ev saleke şaredariyên me xizmetên civakî dikin, ber bi Kobanê û Şengalê ve dibezin. Dibe ku heya îro di kar û xebatan de hinek kêmayî çêbibin lê ev helwesta Şaredariya Silopî helwestek pîroz e."

Sariyildiz herî dawî got ku ew çi bikin ji bo ku layîqbûna gel dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Niha hevalên me di eniyan de, bi ruhekî fedaî rûmeta me, axa me, welatê me diparêzin. Em jî di saziyên ku bi berdêlan hatine avakirin de xizmeta vî gelî dikin."

Piştî axaftina Sariyildiz, hevşaredaran hevpeymana ku hatiye amadekirin îmze kirin û wesayît hibeyî şaredariyên din kirin.

(no-sbk/ea/wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR