DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

'Kampanyaya ez Amedê qirêj nakim' didome

 
9 Nisan
15:55 2015

AMED (DÎHA) - Di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya bi dirûşma "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" li navçeya Peyasê ya Amedê bi tevlîbûna hevşaredarên navçeya Peyasê ya Amedê li esnaf û welatiyan belavok hatin belavkirin.

Di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya bi dirûşma "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate destpêkirin li navçeya Peyasê ya Amedê belavok hatin belavkirin. Bi tevlîbûna Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên Peyasê, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek kesên din li kolana Dr. Sitki Goral û Bûlwara Dîclekentê meş hate lidarxistin. Di dema meşê de ji esnafên li ser kolanan û welatiyan belavok hatin belavkirin. Kişanak bi esnaf û welatiyan re sohbet kir û wiha got: "Hûn ber dikanên xwe paqij dikin, lê hûn çopên xwe diavêjin kolanê. Wisa nekin. Çopên xwe kom bikin û bavêjin konteynirên çopê. Çopên di destê xwe de neavêjin. Qutiyên çopê bi kar bînin." Kişanak bang li gel kir ku di mijara çopê de bihestiyar tevbigerin û got ger ku gel û şaredarî mil bidin hev dê bibin xwedî bajarekî paqijtir.

Hefteyek e kampanya berdewam dike. Merhaleya pêşîn a kampanyayê bi dawî bû. Dê di qonaxa duyemîn de jî kolan û kuçe bên paqijkirin.

(dd/bd)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR