DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Ji bo Qelqelî bê şînkirin gava yekemîn

 
26 Mart
15:01 2015

WAN (DÎHA) - Şaredariya Qelqeliyê ji bo navçeyê bi daran şîn bike dê li ser 65 hezar metrekareyê 4 hezar şitilên darên cuda dê bên çandin.

Şaredariya Qelqeliyê li navçeyê projiya hewidorê ya bi dirûşemeya "Ji bo jiyaneke ekolojîk darek, bêhnek û civakek" pêk tîne. Di çarçoveya projeyê de dê li taxên Muhmudiye û Cumhuriyetê li ser eraziyên aydî şaredariyê dê dar bên çandin. Li qada dar lê bên çandin dest bi xebatan hate kirin.

Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci bi amirên xebatên dimeşînin li qadê xebata kontrol kirin û diyar kir ku bi saya vê projeyê dê Qelqelî ji bejiyê xilas bibe û bibe bajarekî ekolojîk. Bagci balkişand ser aliyekî din ê erenî yê projeyê û wiha got: "Di çarçoveya projeya de rojên bê navçeya me dê 4 hezar darên sariçam, diwan û darcêwî qezenc bike. Ji bo ev dar bên çandin em ev qad bi taybet hilbijart. Ji ber ku ev herêma navçeya me ji ber lehiyê zirar dibîne. Bi saya daran êdî lehî zirarê nade navçeyê. Em dê navçeyê ji bejiyê xilas bikin. Piştî vê projeyê dê li navçeyê qada seyrangehê jî çêbibe."

Hate ragihandin ku li qadê şitilên daran yekemîn dê di 4'ê nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên çandin.

(bd)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR