DİHA - Dicle Haber Ajansı

Herêmî

Li Sûrê 3 hezar şitil li welatiyan hat belavkirin

 
17 Mart
12:02 2015

AMED (DÎHA) - Şaredariya Sûrê di çarçoveya "Şitil çandinê" li welatiyan 3 hezar şitil belav kirin.

Şaredariya Sûrê bi boneya qadên jiyanê şîn bikin û hişmendiya ekolojiyê bi afirînin di çarçoveya kampanya "Şitil çandinê" de li welatiyan şitil belav kirin. Di belav kirina şitlan ya li Parka Şaredariya Sûrê û li Baxçeyên Midûriyetê Hevşaredarên Sûrê Fatma Şik Barut û Seyîd Narîn li taxa Çarikli 3 hezar şitil belav kirin. Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut der barê kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku armanca wan ew ku di nava vê salê de 9 hezar şitil li qadan biçinin.

Barut anî ziman ku welatiyên daxwaz şitlan bikin ew ê şitlan li hemû welatiyan belav bikin û bang li welatiyan kir ku li hemberî kampanyayê bi hestyar bin.

(oî)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR