Bîrdal: Li dijî kaosê hêvî û piştevanî 2016-10-30 09:21:32 YASÎN KOBULAN / SADIYE ESER STENBOL (DÎHA) - Parêzvanê mafê mirovan û parlamenterê berê Akin Bîrdal diyar kir ku AKP a ku xitimiye, tenê avakirina kaosê di destê wê de maye û wiha got: "Em jî li dijî kaosê dibêjîn hêvî û piştevanî." Parêzvanê mafê mirovan û parlamenterê berê Akin Bîrdal, pisgirêkên ku Tevgera Ji bo Demokrasiyê Yekîtî û polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê ku dijîn nirxand. Bîrdal, rewşa Tirkiyeyê wekî "deketina dawî ya ji pirê" nirxand û diyar kir ku êdî Tirkiye di xaçeriyek tûj de ye. Bîrdal, da zanîn ew niha mudaxilê vê nabin û ew bi nêrîna ew ê qezayê çawa asteng bikin derketine rê. Bîrdal, destnîşan kir ku ew ji rewşa Tevgera Ji bo Demokrasiyê Yekîtî gilîdarin û wiha got: "Ev tevger bûye tevgera hemû kesên ku ji pêvajoyê acizin. Ger em kakila herkesî bikin kakila demokrasiyê em dikarin pêşiya vê bigirin. Em dihizirin ku ji bo pevajoya li pêşiya me navendek hêvî û hêzê ava bikin. Em ji bo li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn ava bikin hatine gel hev. Divê em bêjin em hene. Li cîhanê mînakên wê hen. Welatên Yewnanîstan, Îspanya, Amerîkaya Başûr... Bûna xwedî wijdan û rûmet dihêle ku mirov îro tiştekê nbike. Li dijî şer, OHAL'ê û bêhiqûqiyê yekgirtin pêwîste. Em çiqas vê bihunin em ê ewqas bi ser bikevin." 'Berxwedan gelê kurd girîng e' Bîrdal, anî ziman ku Tirkiye li ser pişta kêrê ye, divê kes dest ji xwe bernede û wiha pêde çû: "Em Tevgera Ji bo Demokrasiyê Yekîtî wekî hêvî û pêşeroj ji xwe re dibînin. Kurd di hedefa êrîşên AKP'ê de ne. Ji ber ku gelê kurd li dijî polîtîkayên AKP'ê derdikevin û li berxwe didin rastî êrîşan tên. Ev berxwedan girînge, AKP dixwaze hemû aliyên muxalif ji holê rabike." 'Em ê bi gel re di nava piştevaniyê de bin' Bîrdal, bi lêv kir ku ji bo krîzên aborî, siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê veşêrin şer mezintir dikin û wiha axivî: "Ev ji ber şer û dîzayna hêzên navneteweyî ya li Rojhilata Navîne. Rolekî ku dane Tirkiyeyê heye. Em jî bi vîna ku gel dikarin pêşeroja xwe diyar bikin dê bi gel re di nava piştevaniyê de bin. Bi bawerbin ku dê serê xwe li dîwar bixe. Ger hemû tiştên wî temambûna dê ev qas êrîş nekiribana. Ji ber ku nizane dê çibike ketiye riya jêveneger, derketine ji wê riyê tune ye û nikare paşde jî bizivire. Ji ber ku dê bêhiqûqiyên kirine derkevin pêşiya wî. Ji ber wê kaos dixwazin. Em jî li dijî kaosê dibêjin hêvî û piştevanî." (mb)