DÎHA bi biryara KHK’ê hat girtin 2016-10-29 22:08:05 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Ji hikûmetê li dijî çapemeniyê derbeyeke din. Hikûmet bi Biryarnameya di Hikmên Qanûnan de ajansame DÎHA, JINHA, Rojnameya Ozgur Gundemê, Azadiya Welat û Yuksekova Haber jî di nav de, weşana gelek ajansan girt. Hikûmeta AKP’ê, di çarçoveya OHAL’ê de di Biryarnemeyên di Hukmên Qanûnan de yên din weşand. Li gor vê; “Dê di dozên di çarçoveya terorê de, herî zêde 3 parêzer karibin parastinê bikin. Biryara girtina Ozgur Gundem, DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Yuksekova Haber hat dayîn.” (red)