Li Cizîrê polîsan li wesayîta sivîl xist û reviya 2016-10-29 20:43:28 ŞIRNEX (DÎHA) – Li Cizîrê polîsan bi wesayîta zirxî li wesayîta parqkirî xistin û pişt re ji cihê buyerê reviyan. Li Taxa Cûdî ya Cizîra Şirnexê polîsên ku dewriye diavêtin, bi wesayîta zirxî xwe li wesayîta sivîl a li kolanê parqkirî xistin. Polîsên ku xesar dan wesayîtê bêyî ku li cihê buyerê rawestin li pişt xwe nenêrîn û dûr ketin. Piştî buyerê xwediyê wesayîta ji bo tamîrê wesayîta xwe bir tamirxaneyê. (kom/no/red)