Parlamenterên HDP’ê esnafên Sûrê ziyaret kirin 2016-10-29 18:05:28 AMED (DÎHA) - Parlementerên HDP’ê li navçeya Surê ya Amedê esnaf ziyaret kirin. Nerazîbûnên li hemberî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli her ku diçe zêdetir dibe. Parlementerên HDP’ê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan û Selma Irmak li navçeya Surê ya Amedê esnaf ziyaret kirin. Parlementerên HDP’ê bi esnafan re sohbet kirin ji bo daxuyaniya ku sibê pêk bê bang li esnafan kirin ku beşdar bibin. Parlamenteran di sohbetê de li ser karên şaredariyê û xebatên wekîlan pirs ji esnafan kirin û li rexneyên esnafan guhdar kirin. Dema wekîl çûn esnafan bi coş û girseyî hatin pêşwazîkirin. Esnafan ji ber ziyareta parlamenteran kêfxweşiya xwe anîn ziman û piştgirî dan wekîlan. Parlamenteran di ziyaretên xwe de ji bo sibê jî bang kirin û xwestin her kes sibê saet di 11.00’an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tev li daxuyaniya KCD, KJA, DBP Û HDP ê bibin û li vîna xwe xwedî derkevin. (ra-la/mae)