HDP'ê ji bo qutkirina înternetê li dozgeriyê gilî kir 2016-10-29 17:19:53 AMED (DÎHA) - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û wekilên HDP'ê yên herêmê ji ber li heremê înternet qut bûye bi hevre li dozgeriya komarê ya Amedê gilî kirin. Li Amed û Kurdistanê piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin înternet hat qutkirin. Li bajarên Kurdistanê 4 rojin înternet hatiye qutkirin. Piştî di 26'ê Cotmehê de înternet hat qutkirin gelek esnaf, saziyên ragihandinê û welatî ji ber qutkirina înternetê mexdûr bûn. Têkildarî qutkirina înternetê Hevsrokên Giştî yên HDP'ê Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û wekilê HDP'ê yên Kurdistanê Dîlek Ocalan, Ayşe Acar Başaran, Mîthat Sancar û Aycan Îrmez cuda cuda li dozgeriya Komarê ya Amedê gilî kirin û xwestin ev mexdûriyet bi dawî bibe. Wekîl û rêvberên HDP'ê têkildarî qutkirina înternetê der barê Saziya Ragihandin û Teknolojyên Zanînê, Yekîtiya Navgînên Ragihandinê, Turk Telekom AŞ, Turksat, Şirketa Ragihandin û tv yên Ragihadina Peykê, Vodafone Telekomünikasyon AŞ, Turkcell Superonline/Superonline û Xizmetên Ragihandinê AŞ, D-Smart/ Xizmeta Ragihandina Mozaik AŞ, Xizmeta Ragihandina Turkcell AŞ, Doping İnternet / Milenicom Telekomunikasyon, Xizmeta Ragihandina Turknet AŞ, Digiturk İnternet / Xizmeta Naveroka Krea û der barê gelek saziyên eleqeder de li dozgeriyê glî kirin. Mafê ragihandinê ya mirovan ji holê radikin Di daxwaznameya gilî de hat diyarkirin ku saet di 10.00'ê 26'ê Cotmehê de li Amed, Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Erzîngan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Wan, Xarpêt, Dersim, Dîlok, Riha, Kilis û Semsûr jî di navde li gelek bajarên herêmê xebetên înternetê yên sabît û mobîl hatin qutkirin. Bi temamî xizmet hat rawestandin. Heta li hin cihan ceyran jî hat qutkirin. Mafê gel ê ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Qutkirina ragihandinê li dijî mafê mirovan û li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropapê ye. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHS) her mirov xwedî mafê ragihandinê ye. Li gorî xala 8'emîn a DMMP'ê îhlal e. Piştî hevtî Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak têkildarî komîsyona Lêpirsîna 15'ê Tîrmehê çûbû Enqereyê û ji Meclîsa Tirkiye vegeriya Amedê li Balafirgehê hat binçavkirin. Ji bo lêxwedîderkitan vina xwe asteng bikin înternet qut kirin. Ji bo rê li pêş bertek û nerazîbûnên gel bigirin înternet qut kirin.Hem xizmeta cemaweriyê hatiye qutkirin û hem jî mafê civakê hatiye binpêkirin. Vê astengiya înternetê bi roj berdewam kiriye û bi şev hatiyeberdan. Di 11'ê Îlonê de dema 24 şaredariyên DBP'ê hatin desteserkirin jî dîsa înternet hat qutkirin. Bi vî rengî xwest ku gel li vîna xwe xwedî dernekeve. Bi vî rengî vîna gel a siyasî hatiye desteserkirin û mafê gel hatiye binpêkrin. Li gori xala TCK'ê ya 122'an û benda (b) a 'redkirina xizmeta civakê' rê li pêş nefret û cudahiyê vedike. Li gorî vê xalê cudahî hatiye kirin û rê li pêş nefreta navbera gelan hatiye vekirin. Em dixwazin kesên ev yek pêk anine bê ronîkirin û der barê wan de lêpirsîn bê vekirin. Van kesên ku bi vê qutkirinê cudahiya nijad, ziman, reng û baweriyê xistiye nava gelan bên darizandin û cezakirin. (mae)