Parêzeran bi Kişanak re hevdîtin kirin 2016-10-29 15:17:08 AMED (DÎHA) - Parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî 5 rojan bi muweka xwe re hevdîtin pêk anî. Parêzeran diyar kirin ku Kişanak silavên xwe ji hemû kesî re şandine. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli 5 roj in di bin çavan de ne. Komek parêzerên ku di nava wan de parêzer Mehmet Emîn Aktar û Cîhan Aydin jî hene di bin çavan de bi Kişanak re hevdîtin kirin. Parêzer çûn Midûryeta Polîsan a Amedê ya ku Kişanak û Anli lê tên girtin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku wan bi Kişanak re hevdîtin pêkanîne û rewşa wê başe. Aktar, da zanîn ji bo bi Firat Anli re hevdîtinê pêk bînin dixebitin. Aktar, anî ziman ku sekna wan a li midûryetê didome û wiha got: "Kişanak silavên xwe ji herkesê re şandine." Aktar, di hesaba xwe ya Twitterê de hevdîtin wiha parve kir: "Wekî parêzerên Gultan Kişanak me piştî 4 rojan hevdîtin pêk anî. Rewş û maralê wê pir başe." (mb)