Li Çelê 3 leşker mirin 2016-10-29 15:04:38 COLEMÊRG (DÎHA) - Gerîlayên HPG'ê li dijî leşkerên ku li Çiyayê Hîsarê ya Çelê ne çalakiyek pêk anî û di encamê de 3 leşker mirin û yek jê giran 5 leşker birîndar bûn Gerîlayên HPG'ê li dijî leşkerên li herêma Çiyayê Hîsarê ya navçeya Çelêya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Li gorî agahiyên destpêkê di çalakiyê de 3 leşker mirine û yek jê giran 5 leşker birîndar bûne. Şerê ku pişî êrîşê li herêmê destpêkir berdewam dike. Li Çelê ya ku şer lê didome, di şerê 22'yê Cotmehê derketî de 2 leşker mirîbûn. Her wiha Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Yaşar Guler ji bo windahiyên li herêmê veşêre gotibû ku "em şerê man û nemanê didin." Li aliyê din li Gever, Şemzînan û Çelê bi sedan cerdevan gotin "Hûn me dişînin mirinê" û dest ji çekên xwe berde bûn. (mb)