Ji bo qutkirina înternetê gilî kirin 2016-10-29 14:57:10 ÊLIH (DÎHA) - Piştî Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin li Hemû Kurdistanê înternet hat qutkirin. Yekîtiya Odeya Sinhetkaran û Esnafên Êlihê, qutkirina înternetê ya 4 rojan birin dadgehê û gilî kirin. Di 25'ê Cotmehê de piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin, li tevahiya bajarên Kurdistanê înternet hat qutkirin. Piştî li hemû Kurdistanê înternet hat qutkirin, Yekîtiya Odeya Sinhetkaran û Esnafên Êlihê, qutkirina înternetê ya 4 rojan li Dozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kirin. Serokê Yekîtiya Odeya Sinhetkaran û Esnafên Êlihê, Talat Kara, diyar kir ku ji ber înternet hatiye qutkirin mexdûr bûne û bi hezaran esnaf nikare kar bike. Kara, anî ziman ku esnaf 3 rojin nikarin kar bikin û heta mexdûriyeta wan derbas bibe dê têkoşina xwe berdewam bikin. Kara bang li hemû rayedaran kir û xwest ev pêkanîn bi dawî bibe.Kara, bilêv kir ku ji ber înternet hatiye qutkirin esnaf gelek zor û zahmetiyan dijîn. Hat diyarkirin ku dê li bajarên din ên Kurdistanê jî di pêşengiya HDP'ê de dê gilî bikin û dozê vekin. (mae)