Xizmên windayan 403 hefte ne li windayan digerin 2016-10-29 14:37:48 AMED/ÊLİH (DîHA)- Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê di hefteya 403'an de lêgerîna xwe ya ji bo windayan berdewam kirin. Xizmên windayan di çalakiya xwe de binçavkirina Hevşaredaran şermezar kirin. Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 403'an de lêgerîna xwe berdewam kirin. Xizmên windayan bi silogna "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" kom bûn û çîroka Abdulkadîr Kurt û Mehmet Meşe yên di 10'ê sibata 1994’an de li gundê Şêx Hemze ya navçeya Pasur bi îşkenceyê hatin binçavkirin û windakirin pirsî. Çalakiya ku berê her hefte li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu dihat kirin, ji ber qedexeya çalakiyên li derve malbatan li salona ÎHD'ê ya Amedê çalakî berdewam kirin. Malbatan û parazvanên mafên mirovan xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Rêveberên ÎHD û rêveberên Odeya Tabîban a Amedê jî tev li çalakyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat vekirin. Di çalaiyêde Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bilîcî, binçavkirina Hevşeredarên Amedê şermezar kir û diyar kir ku ew ji bo aştî û demorasiyê dê heta dawî têbikoşin. Piştre Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, çîroka Abdulkadîr Kurt û Mehmet Meşe yên di 10'ê sibata 1994’an de li gundê Şêx Hemze ya navçeya Pasur bi îşkenceyê hatin binçavkirin û windakirin xwend. Yalçin, anî ziman ku Meşe û Kurt di serdegirtina leşkeran a gund de hatin binçavkirin û leşkeran ew di bin çavan de winda kirin. Yalçin, da zanîn ku 22 sal derbas bûn, lê hêj aqûbeta wan ronî nebûye. Herî dawî hevsera Fehmi Tosun Hanim Tosun, jî anî ziman ku ew dê heta dawî têbikoşin û bimçavkirina hevşaredaran şermezar kir. ÊLIH Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi heman armancê bi heman siloganê di hefteya 403'an de li Kolana Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan pankart û wêneyên windayan rakir û çalaki pêk anîn. Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku her çend dewlet me qetil bike jî em yek bi yek sed bi sed hezar bi hezar zêde dibin û mezin dibin. Acar, anî ziman ku kurd dê di vê têkoşînê de teqez bi ser bikevin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir jî anî ziman ku ev doz bi windakirin, kuştin û girtinê çareser nabe û wiha got: "Li gel ew qas tundî, binçavkirin, girtin û kuştinan doz mezin bû û hêj mezin dibe." Pişre xizmên windayan û parazvanên mirovan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û dawî li çalakiya xwe anîn. (mae)