Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin 2016-10-29 11:34:31 ÎZMÎR (DÎHA) - Polîsan li Çamlikuluya Bucayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 12 kes hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên li taxa Çamlikuluya Bucaya Îzmîrê de girtin. Di encama serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin. Walatiyên bi navê Abdullah Yalçin, Îsmet Bayhan, Ferhat Gur û 9 kesên ku navê wan ne hat zanîn û bi îdîaya "endamên rêxisrinê ne" birin Midûryeta Polîsan a Îzmîrê. (mb)