Baluken: Politîkaya Tirkiyeyê îflas kiriye 2016-10-27 09:04:13 ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken derbarê operasyona Mûsilê de got ku gel û hêzên Rojhilata Navîn bi tu awayî naxwazin Tirkiye tevli operasyona Mûsilê bibe. Mûsil di Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin. Di nav de gelek hêzên cûda ji bo rizgarkirina Mûsilê'ê di 15'Cotmehê operasyon dan destpêkirin. Ji ber ku hêzên Tirkiyeyê di nav operasyonê de cih negirtin tola xwe kurdan derbixin û her roj li Rojava li hemberî hêz û gelê kurd êrîşan pêk tîne. Bombebarandina Tirkiyeyê ya li hemberî mevziyên YPG û PYD careke din derxist holê ku Tirkiye tola xwe dixwaze gelê kurd derbixe. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken têkildarî vê helwesta Tirkiyeyê de axivî û diyar kir ku divê Tirkiye bi Federaliya Demokratîk a Rojava re têkiliyên baş bike û rêz bide îradeya gelên Rojhilata Navîn. 'Politikaya Tirkiyeyê îflas kiriye' Baluken da zanîn ku politîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn her tim dijî kurdan e û wiha axivî: "Politîkaya Tirkiyeyê ya hundir û Rojhilata Navîn her tim li ser dijminahiya kurdan hatiye ava kirin û bi salan e ev politîka didome. Lê kurdan politîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojhilata Navîn bi hêzekî xurt guherandin. Dema ku mirov lê dinêre politîkaya Tirkiyeyê li Suriye û Iraqê îflas kiriye. Erdogan dixwaze bi planên B û C politîkaya xwe ya ku li Iraq û Suriyeyê îflas kir careke din xurt bike. Ger dewletek di politîkayên xwe de nijadperestiyê biparêze ê siyaseta wan bixitime û îflas bike. Niha em vê sioyasetê li Tirkiyeyê dibînin. Ji ber ku Tirkiye nijadperestiyê diparêze siyaseta navneteweyî de astengiyan dikişîne." 'Planên AKP'ê yên cûda hene' Baluken der barê planên Tirkiyeyê yên wekî B û C ev tişt gotin: "Plana Tirkiyeyê ya B'ê de diyar dibe ku Tirkiye û hêzên çete ên wekî DAÎŞ,OSO û El Nusra çawa ku li Kerkûk û Şengalê xwest kaosekê derbixe û li wir şerekî taybet bide meşandin, niha jî heman ferasetê tevdigere û dixwaze li Musulê jî bi hevpariya van hêzên çete êrîşan organîze bike û kaosê derbixe. Em dizanin ku piştî cihên ku kurdan bi awayekî îstîkrarî destkeftiyên mezin destxistin bûn hedefa Tirkiyeyê.Plana C de jî Tirkiye cihên ku bi hevpariya hêzên çete xwest kaosê derbixe û encama vê negire ji bo tevlibûna şer, dixwaze li Efrînê destpê bike û Rojava û heta Musulê li wan deran îşgal bike." 'Tirkiye îstîkrara Rojhilata Navîn nerehet dibe' Baluken bi lêv kir ku çapemeniya alîgir a hikûmeta AKP'ê û Erdogan xerîteyekê parve dike û di vê xerîteyê de Musul û Kerkûkê daxîlî sînorên Tirkiyeyê dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir." Erdogan çend devê xwe vedike qala îşgalkirina Musul û Kerkûkê dike. Bi rastî li Cîhanê tenê dîktator dibêjin em ê axa dewletek din îşgal bikin. Em careke din dibêjin Tirkiye îstîkara Rojhilata Navîn nerehet dibe.Lê êdî gelên Rojhilata Navîn hemû ferqa siyaseta Tirkiyeyê ya qirêj dene. Tu kes nikare vîna gelan bilîze û axa wan desteser bike." 'Naxwazin Tirkiye tevli operasyonê bibe' Baluken destnîşan kir ku AKP û Erdogan dixwazin li hemû herêmê şer û kaos kurtir bibe û axaftina xwe wiha domand: "Erdogan û AKP'ê bi xwesteka şikandina îradeya gelan dixwaze şerê herêmê kur bibe û bi planekî dagirkerî encamê li wir bigire. Lê him gelên herêmê him jî hêzên politîk ên Rojhilata Navîn siaset û politîkayên Tirkiyeyê baş dizanin. Ji ber vê yekê jî ev hêzên politîk û gelên Rojhilta Navîn bi seknekî bi biryarî li hemberî van politikayên Tirkiyeyê derdikevin û naxwazin Tirkiye bikeve operasyona Musulê. " 'Serokwezîrê Iraqê gotinên Tirkiyê derewandin' Baluken da xuyakirin ku Tirkiye dibêje ku ew tevli operasyona Musulê bûne lê hikûmeta Iraqê ev gotina Erdogan û Tirkiyeyê derwand û wiha pêde çû: "Tirkiye dibêje her tim dibêje ew tevli operasyona Musulê bûne. Lê serokwezîr, komutanên pêşmergeyan û serfermandarên Iraqê bi daxûyaniyekê aşkera kirin Tirkiye tevli operasyonê nebûye û ev axaftina derewand. Politîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan careke din rûyê wan ên rast derxist holê." 'Em îradeya gelên Rojhilata Navîn esas digirin' Baluken got ku Tirkiye bi politîkaya xwe ya şaş û nijadperest çavê hemû cîhanê de şikesteyek mezin xwar û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Politîkayên Tirkiyeyê yên şaş û nijadperest aciziyeta wan a Rojhilata Navîn nîşan dide. Ger Tirkiye di politîka û siyaseta xwe de astengiya dikişîne êrîşê kurdan dike. Lê hemû hêz û gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê nijadperestiya Tirkiyeyê dizanin.Bi taybet gelê kurd siyaseta hikûmetên Tirkiyeyê baş dizane, gelê kurd destkeftiytên mezin dest dixin û bi biryarî li Rojhilata Navîn pêş ve diçin. HDP jî her tim fikrên gelên Rojhilata Navîn esas digire û li gorî vê siyaseteke demokratîk dike.Divê Tirkiye bi Federaliya Demokratîk a Rojava re têkiliyên baş bike û rêz bide îradeya gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelên Rojava." (fd/mae)