Yuksek: Kurd bêtir nêzî azadiyê dibin 2016-10-23 15:35:53 SÊRT (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di kongreya partiya xwe ya Sêrtê de axivî û diyar kir ku li ser wî zextek mezin tê meşandin û wiha got: "Lê dêev zext moralê min xira neke. Gelê kurd dîroka bêqeyom dişikîn û bêtir nêzî azadiyê dibin." Rêxistina DBP'ê ya Sêrt 3'yemîn kongreya xwe ya Awarte li Salona Dawetê ya Ugurê pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, endamên PM'ê yên HDP û DBP'ê, Hevşaredara Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr, hevşaredarên herêmê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, mêvanên ku ji Mêrdîn û Êlihê hatine û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Kongreya piştî rêzgirtinê destpê kir, dîwan hat hilbijartin û rapor hatin xwendin. Di kongreyê de Kamuran Yuksek, axivî. Yuksek, da zanîn ku bi pêvajoya şer re AKP'ê li Tirkiyeyê hemû dorhêla azadiyê ji holê rakiriye û wiha got: "Mirov êdî li vî welatî nikarin ji malên xwe derkevin çima? Ji ber ku gef û tirsa hikûmetê heye. Kesên ku dê di vê kongreyê de bibin rêveber binçavkirin û girtin. Bi vî awayî dixwazin civak û gel bixin bin kontrola xwe û aliyên muxalif biçewisîne." Yuksek, anî ziman ku gelek hevalên wan ên di partiyên wan de xwestin siyasetê bikin bi kiryarên ne diyar û suîkastan hatin qetilkirin lê niha ew bûne bi milyonan û wiha pêde çû: "Niha jî zextên mezin hene lê ev nikare moralê me xira bike. Rewş ne wekî ku tê dîtine û dê pêşeroj jî ne wiha be. Tenê rastiyek heye, ew jî gelê kurd dîroka 100 salî ya bêqeyom dişikîne ye. Li Tirkiye û Rojnilata Navîn gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin." Yuksek, da xuyakirin ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên derve li ser bingêhê şerê li hemberî kurdan hatiye avakirin û wiha axivî: "Ligel ku herkes dizane ev şaşe jî AKP di vê şaştiyê de bi israre. Nikarin kurdan li bigirin dijî xwe û polîtîkayên derve bidin meşandin. Hûn nikarin li Rojava YPG'ê û li Iraqê Kurdan bigirin dijberî xwe û polîtîkayên xwe yên derve bimeşînin. Dîrok bi aştiya di navbera gelê kurd û tirk de tejiye. Gelê kurd ên li Irak, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê her tim bi gelên derdora xwe re wekî biran jiyan. Niha dixwazin vê biratiyê xera bikin. Ger Tirkiye dixwaze di polîtîkayên xwe yên derve de serbikeve divê bi tevgera siyasî a kurdan re dinava hevkariyê de be. Hêzên kurd DAIŞ'ê ji Kerkûkê paqij dikin lê çapemeniya Tirkiyeyê şûna vê bibîne nûçeyên ku îtifaqa ciwanên kurd nade pêş çêdike. Ma Kerkû milkê bavê we ye? Milkê bavê kurdan e. Di ciwanên kurd bikevinê û rizgar bikin. Hûn çima ji vê aciz dibin. Xwedê vê îtîfaqê domdar bike." Piştî axaftnan, di hilbijartinê de Meryem Tirpan û Agît Kaysi wekî Hevserokên nû yên DBP'ê hatin hilbijartin. Her wiha Berîvan Dayan, Yilmaz Adiguzel, Kerem Keşlî, Alîcan Oguz, Munzîre Demîr, Kasim Ekîncî, Beşîr Nas û Şefîk Oner jî wekî rêvebir hatin hilbiartin. (mb)