Karkerê ket valahiya asansorê bi giranî birîndar bû 2016-10-21 16:07:54 ÎZMÎR (DÎHA) - Karkerekî ku di înşata Erkaya ya li Karşiyakayê de dixebite ji ber kest valahiya asansorê bi giranî birîndar bû. Karkerekî ku di înşata Erkaya ya li ser kolana Behriye Uçok a Karşıyakaya Îzmîrê de dixebite ji qada çaremîn ket valahiya asansorê. Karkerê ku bi giranî birîndar bû, hevalên wî ve agahî dan ekîbên tendirûstiyê û ji ber ambulans direng hatin hat zanîn ku rewşa karker giran bûye. Rewşa karkerê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karşiyakayê di xeteriyê de ye. (mb)