Aboriya Tirkiye ji kontrolê derket 2016-10-16 09:05:45 ENQERE (DÎHA) - Aborînasê rexnegir Mustafa Sonmez rewşa aboriya Tirkiye nirxand û diyar kir ku Aboriya Tirkiye ji kontrolê derketiye. Sonmez, anî ziman ku niha aboriya Tirkiye di destê çend kesan de ye û ev ji hemû çavkaniyên Tirkiye pêşkêşî sermayedarên navneteweyî dike. Saziya puwandayîna aboriyê yên Cîhanê puanên aboriya Tirkiye aşkere kirin û diyar kirin ku aboriya Tirkiye serberjêr diçe. Saziyên pîvandina aboriya welatên cîhanê diyar kirin ku li Tirkiye piştî şer û îlana OHAL'ê puanên krediya aboriya Tirkiye daketiye. Bi taybetî piştî puanên kredtiya Tirkiye daket qîmetê Dolaran li hemberî TL pir zêde bû û di dîroka Komara Tirkiye de yekem car Dolar li hemberî TL gihişt 3,10 qat zêde bû. Her çendî hikûmet bêje pirsgirêk tune jî pîvan û wesnên aboriyê nîşan didin ku aboriya Tirkiye serberjêr bûye. Aborînas diyar dikin ku Tirkiye dê di sala 2017'an de salek pir dijwar û bi krîz derbas bike. Aborînasê rexnegir Mustafa Sonmez rewşa aboriya Tirkiye nirxand û diyar kir ku Aboriya Tirkiye ji kontrolê derketiye. Sonmez, anî ziman ku niha aboriya Tirkiye di destê çend kesan de ye û ev ji hemû çavkaniyên Tirkiye pêşkêşî sermayedarên navneteweyî dike. Li gorî Sonmez aboriya Tirkiye ji demsala baharê derbasî demsala payizê bûye û sedema vê yekê jî polîtîkayên Tirkiyeyêne. Sonmez, da zanîn ku Saziya Aboriyê Moody's puanên krediya Tirkiye dtaxist û wiha got: "Niha hikûmet dibêje aboriya me saxlem e. Li gorî daneyên Banka Navendî (MB) rewşa aboriya Tirkiye xuya dibe. Piştî Moody's not dawist pere ji bankê derketin. Di 7'ê Cotmehê de 770 milyon dolar pere ji bankê derketin. Ji ber vê yekê dolar buha bûn. 'Dibe ku MB nikaribe mudaxale bike' Sonmez, anî ziman ku ger qîmeta Dolaran wisa zêde bibe dibe ku MB nikaribe mudaxale jî bike. Heta niha du sedemên ku MB mudaxale nekiriye heye. Yek jê geşedanên ku pêş dikevin wekî pêngavek spekulatif dibînin. Wekî komplo digirin dest. Dibêjin em binerin û bibînin. Ya duyemîn jî bi qasi mudaxale bikin dovîz di destê wan de tune ye. Ji ber vê di halê wê de dihêlin. Li Tirkiye piştî rageşiyên di navbera Tirkiye û Sûriye de niha di navbera Tirkiye û Iraqê de dest pê kiriye. Ev rageşiya şer biyaniyan bêtir ji Tirkiye dûr dixin. Ev yek bandora xwe li ser zêdebûna dovîzan jî dike. Xuya dike ku dê pereyên biyanî û dolar li hemberî TL bêtir bi qîmet û buha bibin. Ger ku di hefteya pêş me de dolar buha bibin, dibe ku Banka Navendî (MB) çepxaneya xwe ya fon bikar bîne û mudaxale bike. Ger ku mudaxale neke jî em dê zanibin ku ji qedera xwe razî ye." Sonmez, destnîşan kir ku êdî aboriya Tirkiye ji kontrolê derketiye û serjêr diçe. Sonmez, bilêv kir ku êdî hemû welatên cîhanê vê serjêriya aboriya Tirkiye dibînin. Sonmez, bibîrxist ku êdî dê aboriya Tirkiye di destê sermayedarên biyani de bin. Sonmez, destnîşan kir ku êdî welatên derve dê raste rast razemeniyê li Tirkiye nekin û ev dê bibe sedem ku aboriya Tirkiye pêş nekeve. Sonmez, heri dawî anî ziman ku li gorî daneyên Wezareta Aboriyê di sala 2015'an de sermayedarên biyanî raste rast 16, 8 milyar razemeni kir, di Çile-Tîrmeha sala 2016'an de sermayedarên biyanî 4,8 milyar razemenî kir û Tirkiye di nava 7 salên dawî de herî zêde îsal aboriya wê xera bûye û qirizê dijî. û salek bi qeyran li pêş tirkiye ye. (mae)