Di 3 hefteyan de 114 zarok li Halebê hatin kuştin 2016-10-14 12:29:11 NAVENDA NÛÇEYAN (DîHA) - Doktorên Sînornenas diyar kirin ku li Halebê di 3 hefteyên dawî de herî kêm 321 zarok birîndar bûn û jê 114 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bajarê Halebê ku 300 hezar mirov lê dijî mehek dawî bû hedefa êrîşên hewayî. Di êrîşên hewayî de Rojavayê Halebê hat rûxandin. Doktorên Sînornenas ên navneteweyî (MSF), lêkolîn kirin û diyar kirin ku di 3 hefteyên dawî de herî kêm 321 zarok birîndar bûne û ji van zarokan 114 zarokan jiyana xwe ji dest dane. MSF destnîşan kir ku piraniya zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, ji ber nehatine dermankirin û ji xizmeta tenduristiyê sûd negirtine jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Midûrê Tenduristiya Bajar a Halebê di 23'ê Îlonê de agirbest bi dawî bû ji wê demê heta niha 17 zarok di êrîşên hewayî de birîndar bûn û di 48 saetên dawî de tundî zêde bûye. Li gorî qeydên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajarê Halebê ya 5 salên dawî ji sala 2011'an heta Nîsanê piştî li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kir 5 hezar û 200 zarokan li Halebê jiyana xwe ji dest dan. MSF: Rayagişti ya navneteweyî êdî kuştina zarokan nabîne MSF'ê di raporê de diyar kirin ku zarokên di êrîşên hewayî de birîndar dibin û dibin şahidên êrîşan hem tenduristiya wan û hem jî derûniya wan xera dibin. Dîrektorê Bernameya Sûriye yê li Tirkiye Carlos Francisco diyar kir ku şer herî zêde bandorê li ser zarokan çê dike û wiha got: "Cemaweriya navneteweyî mixabin êdî li hemberî vê kuştina zarokan bêdeng e û vê kuştina zarokan nabîne. Mixabin ev kuştinên wahîm bûne rûtin. Êdî her roj li dijî qadên sivîl, nexweşxane û dibistanan êrîş pêk tên. Sûriye bûye wekî manîneya mirinê. Zarok li ber çavan tên kuştin. Divê bi lezgîn hêzên ku li herêmê şer dimeşinin rê li pêş alîkariya tibbî û dermanan vekin. Dive destûr bidin dermankirinê. Nexweşên rewşa wan baş jî dimirin Doktorê li Midûriyeta Tenduristiyê ya Halebe Dr. Hassan Nerabanî jî diyar kir ku ji şer şert û mercên xirab û şerê dijwar êdî nikarin xizmeta tenduristiyê bidin û li bajar bi temamî xizmeta tenduristiyê hatiye rawestandin. Nerabanî, anî ziman ku ew berê deri bi derî digeriyan û xizmeta tenduristiyê dibirin ber deriyê hemû malan, lê êdî her der hatiye dorpêçkirin û alîkariya lojistik û dermanan nayê bajar û wiha got: "Êdî ava paqij tune. Ji ber bajar tê bombekirin zarok nexweş dikevin û nexweşiyên kujer li bajar belav dibe. Ji ber tunebûna av û xwarinê gelek zarok nexweş dikevin. (mae)