'Jiyana min her şer bû' rastî eleqeyek mezin hat 2016-10-12 19:57:25 WAN (DÎHA) - Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê dest pê kir di roja 6'emîn de berdewam dike. Di mihrîcanê de belgefîlma Sara a bi navê "Jiyana min her şer bû" rastî eleqeyek mezin hat. Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Sînemaya Rojhilata Navîn ve dest pê kir di roja 6'emîn de berdewam dike. Di mihrîcanê de belgefîlma Sakine Sansız (Sara) a bi navê "Jiyana min her şer bû" rastî eleqeyek mezin hat. Li ser daxwaza zede fîlmê Sara cara duyemîn hat pêşandan û dîsa rastî eleqeyek gelek mezin hat. Fîlma ku behsa qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin dike û têkoşîna Sara ya azadiya jiyê dike rastî eleqeyek mezin hat. Di çarçoveya mihrîcana fîlman de fîlmê dirêj ê sînemagerê kurd Shawkat Amin Korkî yê bi navê Bîranên Li Ser Kevit Hatî Nivisandin û gelek filmên din hatin pêşandan. Mihrîcan dê sibê heta 16.00'an berdewam bike. (mae)