Turîzma Mêrdîn di krîzê de ye 2016-10-11 09:17:31 MÊRDİN (DÎHA) -Serokê Komeleya Otelvan û Turîzmê ya Mêrdînê Ozgur Azad Gungor, diyar kir ku ji ber "qedexeya derketina derve" û bûyeren dawî yên li Kurdistanê êdî turîzm di krîzê de ye. Gungor, anî ziman ku li Mêrdîn 16 otel hatin klîtkirin. Warê bawerî û turîzmê Mêrdîn, ji ber qedexeya derketina kolanan û OHAL'ê êdî di aliyê turîzmê de dikeve krîzê. Serokê Komeleya Otelvanî û Turîzmê yê Mêrdînê Ozgur Azat Gungor anî ziman ku ji ber krîza aborî û turîzmê îsal li Mêrdînê 16 otelên turîstîk deriyên xwe kilît kirin. Gungor, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin şer zêde dibe û ji ber şer zêde dibe jî turîst nayên bajarê bawerî û turîzmê. Gungor, anî ziman ku hemû turîstên berê plana hatina xwe ya Merdîn çêkiribûn piştî qedexeya derketina kolanan rezervasyonên xwe îptal kirin û sektorên turîzmê ji sedî 5-10 kar dikin. Gungor, ani ziman ku otel û esnaf ji ber krîza aborî neçar dimînin ku wargehên xwe bigirin û hêza xwe biçûk bikin û wiha got: "Mêrdîn, di aliyê turîzm, bawerî, çand û warên dirokî de cihekî pir dewlemend e. Warê turîzmê ye. Li gorî anketan ji 10 turîstan 7 turîst dixwazin bên Mêrdîn bibînin û ziyaret bikin. Lê ji ber "qedexeya derketina kolanan" min ji 2 otelên xwe yek girt. Sala par di meha cotmeh û mijdarê de turîst pir zêde bûn. Em hemû otelvan hatin cem hev û rapor amade kir. Me xwest bêtir otel bên vekirin û karê debarê zêdetir bibe. Me xwest otelên baştir bên vekirin. Lê îsal gelek kargerî tên girtin û otelvan ji ber tunebûna turîstan kilîtê li deriyên otelên xwe dixin. Li bajarê turîzmê 5 restaurantên me, tu kari nakin. Her sal bi awayekî asayî di meha îlan mijdarê de 200-300 hezar muşteriyên me hebûn. Lê niha tenê hezar muşteriyên me hene. " Pêvajoya çareseriyê xelas bû karê turîzmê jî xelas bû Midûrê Otela Mardîus Hizir Akbey, jî bertekên xwe yên li hemberî pêvajoyê anî ziman û diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û şer dest pêkir karê turîzmê jî qut bû û êdî turîst naxwazin bên herêmê û wiha got: "Ger ku ji sedî 20 muşterî hebin em şikir dikin. Her sal herî zêde di meha îlonê de turîst tên, lê îsal muşteriyek jî nehatiye." Midûrê Otela Marîdîn Abdullah Demir jî anî ziman ku ji ber pêvajoyê turîstên biyanî nayên herêmê û wiha got: "Cihê şer lê hebe û çek biteqin turîst nayên wî bajarî. Bajarên ku mirov lê bên kuştin turîst nayên li wir nagerin. Li cihê ku qedexeya derketina kolanan hebe û bi dehan mirov lê bên kuştin kes naçe li wir nagere Demir, anî ziman ku pêvajoyê heri zêde bandor li ser turîsmê kir û di nava turîsmê de jî herî zêde bandor li ser herêma wan kir û wiha got: "Her sal di meha cotmehê de turîsm pir zindî bû, lê isal em di meha cotmehê dene, lê ruhê turîzmê miriye. (mae)