Serokê GUNGÎAD’ê Akbal: Teşwîqa herî mezin aştî ye 2016-10-10 09:24:15 MELTEM OKTAY / DEVRAN TOPTAŞ AMED (DÎHA) – Serokê GUNGÎAD’ê Hakan Akbal, der barê encamên Şert û Mercên Dahat û Jiyanê yên herêmî de axivî, dest nîşan kir ku, dê tu razemendiyek di nêvengeke şerî de razemeniyê neke û wiha got: “Teşwîqa herî mezin aştî ye.” Saziya Îstatîstîka a Tirkiyeyê (TUÎK) çend roj berê têkildarî Şert û Mercên Dahat û Jiyanê yên herêmî de daneyên xwe diyar kirin. Li gor daneyên TUÎK’ê di lêkolînên li herêma 2’yan a payeya 26’an de, Amed û Riha di nav herêmên TCR2’yê yên herî pêş de mayî cih girtin. Li herêma TCR2’yan bi nêvengî dahata xaneyî 8 hezar lîre ye, ku ev jimar li Tirkiyeyê teqabulê nêviyê dahatê dike. Têkildarî mijarê em bi Serokê Komeleya Zilamên Ciwan ên Karî (GUNGÎAD) Hakan Akbal re axivîn. Akbal sedemên ketina rêjeya geşedaniyê kir. ‘Em di asta nîviyê normaliyê de ne’ Akbal rêkildarî daneyên TÛÎK’ê yên Şert û Mercên Dahat û Jiyanê de wiha got: “Herêma me li gor nêvenga Tirkiyeyê, hema bêje nîviyê wê ye. Yanî li Tirkiyeyê bi awayekî nêvengî dahata ferdekî, li gor herêma me bi du qatan ji ya kesekî zêdetir e. Bi awayekî dîtir, em daketina asta nîviyê normaliyê.” ‘Mesele ne bi teşwîqê çareser nabe’ Akbal dest nîşan kir ku, li herêmê xeletiya herî mezin ji pergala teşwîqê jêder dibe û got, dewlet dibêje ‘Hûn bikin ez ê dawiyê li we vegerînim.’ Akbal diyar kir ku, li herêmê xeletî bi vê mantiqê tê kirin û bi kurt û kurmancî naveroka pakêtên teşwîqê jî ev e. Akbal wiha axivî: “Hin avantaj pêk tên. Baceke hindik, mûafiyeta prîman û yên wek vana, lê belê ji vana wirdetir tiştek tune. Tenê dixwazin bi van tevdîran encamê bigirin. Bi rastî heke me encam bigirtana, gelo dê jimarên TÛÎK’ê bi vî awayî bûnana? Binihêrin paşdemayîn her ku diçe zêdetir dibe, newekhevî zêdetir dibe. Nexwe di vî warî de teşwîq bêkêr dimînin. Halbûkî yekemîn mebesta qanûnên teşwîqêmê rêbazên veguherîna avahiyî pêk neyê, dê teşwîq ji faaliyeta turîstik wirdetir neçe.” ‘Dê mirov ji bo veberhênaniyê neyê’ Akbal têkildarî pakêtên aboriyê yên ku Serokwezîr Yildirim li Amedê daxuyandin jî got, sermaye û veberhênan bi tirs in, naçin tu deverên ku şer û pevçûn lê hebin û li wan deran veberhênaniyê nakin. Akbal wiha axivî: “Ez her tim dibêjim. Teşwîqa herî mezin aşitî ye. Em xwe xwe nexapînin. Bêyî aşitiyê, hûn çi pakêtên teşwîqê aşkere bikin jî, dê ew pakêt tu randûmanê nediv nayên. Pirsgirêka ewlehiyê li her derî heye. Mirov ji bo veberhênaniyê nayên.” (red)