Ji bo Amedsporê qedexeya negirtina aligîrên wê 2016-09-30 17:17:19 AMED (DÎHA)- Ji bo maçên deplasmanê, qedexeya negirtina alîgirên Amed Sportîfê dubare xwe da der. Ji tîmên Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Spor Totoyê Amed Sportîf, vê serdemê jî bo maçên deplasmanê rastî qedexeya negirtina alîgirên xwe hat. Lijneya Bajêr a Ewleyiya Sporê ya Stenbolê daxuyand ku ew dê di maça Buyukcekmece Tepecîkspor û Amed SF'yê ya ku dê roja yekşemê bê lîstin de, alîgirên Amed Sportîfê negirin. (red)