Li Ozbekîstanê Mirziyoyev bû namzetê serokdewletiyê 2016-09-16 11:29:07 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Misoger bû ku wê Serokdewletê demkî yê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyevî di hilbijartina serokdewletiyê ya 4'ê Berfanbarê de bibe namzet. Komîteya Hilbijartina Navendî ya Ozbekîstanê diyarkir ku Şevket Mirziyoyev ji bo hilbijartina serokdewletiyê weke namzet hatiye nîşandan. Ji ber ku Serokdewletê berê Islam Kerîmovî di 2'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da bû li Ozbekistanê hilbijartina pêşwext a serokdewletiyê çêdibe. (ot)