Nûnerê DYA NY'ê: Li Tirkiye binpêkirinên cîddî hene 2016-09-14 14:46:27 CENEVRE (DÎHA) - Nûnerê NY yê DYA'yê yê Cenevre Keith M. Harper, diyar kir ku li Tirkiye binpêkirinên mafan ên cîddî hene û Tirkiye hişyar kir. Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), 33'emîn Rûniştina Mafên Mirovan, di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina Komîsera Bilind a Mafên Mirovan berdewam dike. Di axaftinên îro de komkujiyên li Sûrî û Iraqê yên ji aliyê DAIŞê ve pêk hatine hatin rexnekirin. Komîserê Bilind Zeid Al Hussein, bi pirs û bersîvan pêşkêşkaniyê dike. Nûnerê NY yê DYA'yê yê Cenevre Keith M. Harper, diyar kir ku li Tirkiye binpêkirinên mafan ên cîddî hene û ji Tirkiye xwest ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. Harper, da zanîn ku rewşa mafên mirovan a li Tirkiye wan dixe nava fikaran û wiha got: "Em bang li Tirkiye dikin ku ligorî mafên mirovan ên gerdûnî û hiqûqa navneteweyî tev bigere dikin. Di hewldana darbeyê de 265 mirov hatin kuştin. Divê lêpirsînek ciddî bê vekirin. Divê hiqûqa serbixwe û adil bê meşandin." (mae)