Firoşkarên seyyar ên binçavkirî, hatin berdan 2016-08-12 16:36:08 WAN (DÎHA) - Duh li Erdîşa Wanê 5 firoşkarên seyyar ên hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Li Erdîşa Wanê duh polîsan dezgehên tûtin û hilberînên tûtinê desteserkiribûn û 5 firoşkarê seyyar binçavkiribûn. Firoşkarên seyyar ên ku hatibûn binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan îro li dozgeriyê îfade dan. 5 firoşkarên li dozgeriyê îfade dan, dezgeh û hilberînên wan hatin desteserkirin û ew hatin berdan. (red)