Dê Mûnzûr û Harçîk hê paktir biherikin 2016-05-13 12:08:02 DERSIM (DİHA) - Projeya kanalîzasyon û ava vexwarinê ya 2 sal berê ji aliyê Şaredariya Dersimê ve li herêma Çemê Mûnzûrê û Çemê Harçîkê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Xebatên kanalîzasyonê yên Şaredariya Dersimê yên li hawirdora Çemê Mûznûrê 2 sal berê hatibûn destpêkirin, bi dawî bûn. Bi vê projeyê dê ava gemarî ya avahî û kargehên li derdora Çemê Mûnzûrê veguhezînin 9 îstasyonên pompayî yên hatine avakirin. Bi tesîsên dawerivînê li qada di navbera Çemê Mûnzûrê ya 12 km'yî de boriyên kanalîzasyonê hatin bicihkirin. Bi bicihkirina boriyan re 9 îstasyonên pompayî jî hatin bicihkirin. Derbareyê projeya ku ji sedî 98'ê wê temam bûye de Hevşaredarê Dersimê Mehmet Alî Bûl axivî û got, ji niha û pê ve dê Mûnzûr hê paktir biherike. Piştî projeya kanalîzasyonan li Taxa Goma Dewrêş jî, li texma Mewkiya Goristanê dê hin zevî bo îmarê bên amadekirin. (red)