Tûrnûvaya Arîn Mîrxan dest pê kir 2016-04-19 11:32:35 AMED (DÎHA) - Duyemîn Tûrnûvaya Sporê ya Arîn Mîrxan a ji aliyê Şaredariya Licê vê tê lidarxistin, dest pê kir. Li navçeya Licê ya Amedê, duyemîn Tûrnûvaya Sporê ya Arîn Mîrxan a ji aliyê Şaredariya Licê vê tê lidarxistin, dest pê kir. Tûrnûva dê îsal yadî Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyê bê kirin û her wiha dê di tûrnûvayê de musabeqeyên wek fûtbol, voleybol, tenîsa maseyê, kişik û atletîzmê bên lidarxistin. Di warê fûtbolê de 17 tîm beşdar bûn û pişk hat avêtin. Piştî pişkê raqîb diyar bûn û musabeqe dest pê kirin. (red)