ODGK: Bi berxwedana jinê ber bi Amarayê ve 2016-03-30 15:25:45 İSTANBUL (DİHA) - ODGK'iyên ku ji bo Meşa Amarayê bang li jinan kirin, diyarin kir ku ew dê bi deng, reng û berxwedana bi hezaran jinên ciwan ber bi Amarayê ve biherikin. Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad(ODGK), ji bo munasebeta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo Meşa Amarayê ya dê di 4'ê Nîsanê de bi deh hezaran bi şîara "Ji bo Ocalan Azadî" pêk bê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê Meşa Amarayê hêrs û berxwedana jinan a Cizîr, Sûr û Silopiyê bide der û da zanîn ku dê bi reng, deng û berxwedana bi deh hezaran jinan ber bi Amarayê ve biherikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em di 4'ê Nîsanê de bi ruh û coşa hilatina rojê û pêvajoyê hemû jinên ciwan, xwendekar, kedkar vedixwînin Amarayê." (red)