Piştî gola 3'yan polîsan êrîşî alîgirên Amedsporê kirin 2016-02-09 15:30:38 AMED(DÎHA)- Di maça Amedspor-Fenerbahçeyê de dema Amedspor 3-2 ket pêşiyê, polîsan êrîşê alîgirên Amedsporê yên li derveyî stadê kir. Maça Amedspor-Fenerbahçeyê ya li Tesîsên Werzîşê ya Seyrantepeyê hat lîstin, di deqeya 70'emîn de Amedspor bi gola Yusûf Yagmûr 3-2 ket pêşiya Fenerbahçeyê. Alîgirên Amedsporê yê li derveyî stadê piştgiriya tîma xwe dikirin bi gola Yagmûr re rastî êrîşên polîsan hatin. Di êrîşa ku ava şid û bombeyên gazê hatin bikaranîn de, nuçegîhanê me jî hedef hat girtin. Di êrîşa polîsan de hin alîgirên Amedsporê ji bombeya gazê tesîr bûn. (red)