HDP'ê li Stenbolê 7 parlementer bidestxist 2015-11-01 22:36:29 STENBOL (DÎHA) - HDP'ê li Stenbolê bi rêjeya deng a derdora ji sedî 10, 7 parlamenter bidestxist. HDP'ê di vê hilbijartinê de li Bursa û Kocaeliyê parlementerên xwe wenda kir. Encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê ku bi polîtîkayên şer ên AKP'ê pêk hat, her ku diçe zelal dibe. Piraniya sindoqan hatiye vekirin û encamên ne fermî jî diyar dibe. Li gor daneyên dawî HDP'ê li Stenbolê ku derdora ji sedî 10 deng girt û 7 parlementeran bidestxist. HDP'ê li gor encamên hilbijartina 7'ê Pûşberê li Bursayê parlementerek li Kocaeliyê jî parlementerek wenda kir. (sy)