YSK'ê pergala encamên hilbijartinê girt 2015-11-01 20:44:18 ENQERE (DÎHA) - YSK'ê malpera sonuc.ysk.gov.tr ya ku encamên hilbijartinê radigihand girt. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), malpera sonuc.ysk.gov.tr ya ku encamên fermî yên hilbijartinê radigihand girt. Di malperê de wisa hate nivîsîn: "PERGALA PARVEKIRIN A ENCAMÊN HILBIJARTINÊ ya Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya heyama 26'emîn ji xizmetê re hatiye girtin." (sy)