Hîleyên hilbijartinê li Marmarayê jî dest pê kir 2015-11-01 14:00:36 STENBOL (DÎHA) - Li herêma MArmarayê welatî serê sibehê ji bo dengên xwe bi kar bînin çûn ser sindoqan û li gelek cihan AKP'ê berî li hîleyan didin. Li Stenbolê jibilî hîleyên hilibjartinê pirsgirêka ceryanê jî dest pê kir. Li taxa Sanayî ya Gungorenê ji ber ku trafo teqiya di serî de li Lîseya Îzzet Unver a Gungorenê û 4 taxan ceryan qut bûn. Rayedaran diyar kirin ku heta êvarê dê ceryan neyê û hate hinbûn ku dê li gelek cihan ceryan bên qutkirin. Li dibistanan standên AKP'ê hatin danîn Li Bayrampaşayê jî li dibistanan standên AKP'ê hatine vekirin. HEma li baxçeyên hemû dibistanan standên ku propogandaya AKP'ê dikin hatine vekirin lê ne polîs ne jî rayedarên Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê mudaxale nakin. Li Dibistana Navîn a Guzeltepeyê ya Eyupê di sindoqa ku welatî deng bi kar tînin de serokê lijneya sindoqê Girteka Encama Sindoqan a vala bi endamên din ên lijneya sindoqê xwest bi de îmzekirin. Ji bo vê yeKê îtiraz hate kirin û hate ragihandin ku li gelek dibistanan pirgsirêkên bi vî rengî heye. Gef li muşadînêh HDP'ê xwarin Li Sariyerê jî AKP'iyên ku di nav de serokê rêxistina navçeyê jî heye bi gotina "vê derê vala bikin" gef li muşahîdên HDP'ê xwarin. Li ser van tehdîdan rayedarên HDP'ê serî li Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Şaredarî AKP'î rastî nerazîbûnan hat Şaredarê Esenyurtê yê AKP'î Necmî Kadioglu ji bo ku dengê xwe bi kar bîne hate Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Ozaydin li vir rastî nerazîbûna welatiyan hat. Hilbijêrên ku nerazîbûn nîşan dan polîsan ew derxistin derveyî baxçeyê dibistanê. BURSA Li Bursayê jî piştî ku bikaranîna dengan dest pê kir binpêkirin û pêkûtiyan jî dest pê kir. Li Lîseya Erkek a Bursayê, endamekî lijneya sindoqê yê AKP'î piştî ku lijneya sindoqê hate avakirin û dengdayînê dest pê kir, hate dibistanê û xwest di lijneyê de cih bigire. ligel îtiraza muşahît û parêzerên Baroya Bursayê kesê navborî tevli lijneyê bû û muşahîdên "Oy ve otesî" ji bo ku girtika negirin tehdîd kirin. Piştî nîqaşên di navbera endamê lijneyê yê AKP'î û muşahîdan parlamentera Bursayê Asiye Kolçak û Serokê Baroya Bursayê Ekrem Demîroz hatin cihê navborî. Piştî nîqaşê der barê endamê lijneyê yê AKP'î de girtek hate girtin û îtiraz hate kirin. SAKARYA Li Lîseya Anadolu ya Guneşlerê jî di sindoqa hejmar 2085'an de derket holê ku di 50'ê zêdetir pusulayan de mor tuneye. HDP'iyên ku xwestin îtirazî vê yekê bikin hatin astengkirin. (sa)