Bombe bi maşîneya leşkeran de teqiya 2015-09-28 09:53:29 ÊLIH (DÎHA) - Li gundê Kelhesenê yê Sasona Êlihê, dema maşîneya leşkerî derbas dibû bombe teqîya. Piştî teqîna bombeyê dengê çekan li herêmê bilind bû. Şevê din saet li dor 21.00'an li gundê Kelhesenê yê Sasona Êlihê, dema maşîneyên leşkerî yên leşker û cerdevan bar kiribûn derbas dibû bombe teqîya. Piştî teqîna bombeyê dengê çekan li herêmê bilind bû. Li Sazonê 'Hrêma Ewlehiya Taybet" hatibû îlankirin. Der barê mirî û birîndaran de agahî nehat girtin. (mae)