3 kamyon alîkarî şandin Kobanê 2015-08-21 14:34:59 MÊRDÎN (DÎHA) - Ji bo piştgiriya Rojava li Nisêbînê di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de 3 kamyon alîkarî şandin Kobanê. Kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava didome. Herî dawî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kampanyaya alîkariyê ya bi pêşengiya şaredayiê ve hatiye destpêkirin ji gel eleqeyeke mezin dît. Di çarçoveya kampanyayê de 3 kamyon, zaxîre, cil, pêlav û malzemeyên paqijiyê ji Kobanê re hatin şandin. (sa)