Meşa Gelîyê Godernê di 25'ê tîrmehê de ye 2015-07-10 11:32:31 AMED (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi şîara "Bi xwezayê re bibe yek, bi sporê re azad bibe" 4'emîn Meşa Xwezayê di 25'ê tîrmehê de li Geliyê Godernê bide destpêkirin. Midûriyeta Şaxa Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmêtên Civakî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4'emîn Meşa Xwezayê li Farqînê pêk bîne. Meşa xwezayê ya bi şîara "Bi xwezayê re bibe yek, bi sporê re azad bibe" di 25'ê tîrmehê de li Geliyê Godernê yê Farqîbê bide destpêkirin. Midûriyeta Şaxa Sporê der barê meşê de daxuyanî da. Midûriyetê diyar kir ku welatiyên dixwazin tevlî meşê bibin bika biçin Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê û navê xwe li midûriyeta wan binivîsînin. Midûriyetê ragihand ku kesên ku temenê wan di bin 18 salî re bin nikarin tevlî meşê bibin û got ku yên dixwazin tevlî meşê bibin divê rapora tenduristiyê bi xwe re bînin. Midûriyetê da zanîn ku divê kesên tevlî meşê dibin teqez meterê avê bi xwe re bînin. (wk)