DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

MMO: Butçeya leşker û polîsan ji butçeya perwerde û tenduristiyê zêdetir e

13 Tebax
13:47 2016

ENQERE(DÎHA) - Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) der barê butçeya leşker û polîsan de rapor amade kir û diyar kir ku butçeya leşker û polîsan ji butçeya perwerdehî û tenduristiyê zêdetir e.


Odeya Endezyarên Makineyan (MMO) rapora "Pirsgirêka Pîşesaziyê û Analizên wê" aşkere kir. Di rapora ku bi piştgiriya rexnegirê Îktîsatê Mustafa Sonmez hat amadekirin de hat diyarkirin ku butçeya ji qada leşkerî û polîsan re tê veqetandin ji butçeya tenduristî û perwerdehiyê re tê qetandin zêdetir e.

Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî lêkolînên li ser sanaya çekan di nava 100 sanayên çekan ên destpêkê de ji Tirkiye tenê Aselsan û Tusaş dikevin nava vê lîsteyê.

Li gorî raporê: "*Di sala 2015'an de herî zêde DYA'yê lêçûnên leşkerî ya bi 596 milyar dolarî ket rêza yekemîn. DYA'ê bi tena serê xwe nêviyê lêçûna artêşa cîhanê xerç kir.

* Li gori daneyên SIPRI Tirkiye di 2015'an de 15 milyar dolar lêçûna leşkerî qerç kir. Lêçûna Tirkiye ya leşkerî ji sedî 2-2,5' ye. Ji sedî 4-5'ê hatina Tirkiye li qada leşkerî diçe. Lêçuna ewlehiya navxweşî ya Tirkiye salê 30-32 milyar e.

Li gorî raporê çar qat zêdetirî butçeyên perwerde, tenduristî û qadên civakî qerç dike.

(mae)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN