DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Karkerên rastî êrîşên nijadperestan tên bi fikar in

 
28 Gulan
09:15 2016

RIHA (DÎHA) - Her sal di demsala baharê de bi sed hezaran karkerên demsalî berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê. Karkerên ku îsal dîsa berê xwe dan rêyên bajarên Rojava rastî astengî û êrîşên nijaderest tên.

Li Tirkiyeyê hêjmara betalan sal bi sal duqat zêde dibe. Li gorî Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2016'an da hêjmara karkeran li gorî sala 2015'an 31 hezar zêde bû. Hêjmara betalan di sala 2016'an de derket 3 milyon û 290 hezar kesan. Li gorî DÎSK-AR'ê jî hêjmara karkeran duqat zêde bû. Hêjmar derket 6 milyon û 5 hezar kesan. Yek ji van bajarên ku heri zêde betalî lê heye jî Bajare Rihayê ye. Her sal di demsala baharê û mela gulane de bi sed hezaran mirov wekî karkerên demsali berê xwe dide bajarên Tirkiyeyê. Welatiyên Rihayê di vê demsalê de diçin herêma Çukuroava, Enqere, Marmara û li vir karê demsalî dikin. Bi kedek zêde û erzan dixebitin. Niha jî koçberiya demsalî dest pê kir û karkerên diçin nava zeviyan û înşaetan de dixebitin rastî êrîş û astengiyên nîjadperestî tên. Karkerên ku di nava şert û mercên zahmet de dixebitin, mafê wan ê tenduristî û kedê nayê parastin.


Karkerên ku her sal weki karkerên demsalî diçin li rojava dixebitin, diyar dikin ku neçar in biçin bixebitin. Karker Yasin Kirmizitepe, anî ziman ku hemû mala xwe li maşinê kiriye û ketiye rêya koçberiyê. Kirmmizitepe, anî ziman ku 4 zarokên wê hene, lê ku karê wê tune û nikare debara xwe bike û ji ber vê yekê neçar e ku biçe li bajarê Rojava bixebite. Kirmizitepe, da zanin ku dema diçin li Rojava dixebitin jî keda wan tê xwarin û bi erzanî dixebitin û îsal jî rastî astengiyên nijadperestan tên û wiha got: Lê îsal ez naçim Rojava. Ez dê biçim navçeya Sêweregê ya Rihayê."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN