DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Saziyên kurdan: Ji bo kurdî em ji dewletê tiştekî hêvî nekin

 
14 Gulan
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan diyar kir ku divê rewşa kurdî û gelê kurd ji hev cuda neyê destgirtin û wiha axivî: "Kurd êdî statuyekî dixwazin. Gavên ku dewletê davêje pêdiviyên kurdan bi cih nayne têrê nake. Divê tu kes li dewletê tiştekî Hêvî neke. Çi bikin em ê bixwe bikin." Xebatkarê NÇM'ê Koçber tarhan jî wiha got: "Em kurdî di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. Heta divê em xewnên xwe jî bi kurdî bimînin. Bila hemû kes bi kurdî bijîn, bi kurdî razên, bi kurdî bikenin û bi kurdî hunerê çêbikin."

Derketina Kovara Hawarê ya kurdî di 15'ê Gulana 1932'yan de li paytexta Sûriyeyê li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedîrxan ve wekî di têkoşîna zimanê kurdî de rojeke sembol tê qebûlkirin. Cejna Zimanê Kurdî jî li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê kurd vê rojê wekî ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê têdikoşin û bi vî rengî pîroz dikin. Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan û Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê (NÇM) koçber Tarhan ên ku 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî û polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê ya li hemberî zimanê çand û zimanê kurdî nirxandin diyar kir ku divê êdî kurdî jiyanî be û bibe xwedî statuyekî.

'Êdî kurdî bêstatu nabe'

Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan diyar kir ku divê zimanê kurdî gelê kurd ji hev cuda neyê destgirtin û wiha axivî: "Niha ji ziman wêdetir li ser kurdan êrîş û pêkûtî hene. Lê jixwe kurd û kurdî ji nikare bê cudakirin." Tan bilêv kir ku pirsgirêka kurd di warê xala statuyê de xitimiye û wiha berdewam kir: "Kurd dixwazin bibin xwedî statu û dixwazin zimanê wan bibe xwedî statuyekî. Kurdî êdî nikare bêyî statu be. Ji ber vê rasterast li kurdî nebe jî rojnamgerên kurd, parêzer û gelê kurd bi tevahî bi êrîş û pêkûtiyan re rû bi rû ne. Ev êrîş bixwaze nexwaze bandorê li ser kurdî jî dike." Tan nirxandina "Êdî kurs pêdiviyên gelê kurd bi cih nayne" kir got ku gavên ku dewlet ji bo kurdî davêje têrê nake.

'Divê em li benda dewletê nemînin'

Tan destnîşan kir ku kurdî bi hebûna gelê kurd re dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: "Heke îro li ser kurdan qirkirin hebe ne pêkan e zimanê wan azad be. Em bibêjin ku kurdî azad bû. Heke kurd nebin ev azadî dê kêrî çi be. Nebûna statuyê zilmeke mezin e." Tan anî ziman ku ew ji dewletê tiştekî hêvî nakin û ev tişt got: "Çi bikin divê em bixwe bikin. Ji dewletê Hêvî nekin." Tan destnîşan kir ku divê gelê kur ji her demê zêdetir xwedî li çand, ziman, nasname û doza xwe derkeve. Tan diyar kir ku ew ê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de di 16'ê Gulanê de Xelata Ziman bidin û sertîfîkayên xwendekaran bidin. Tan got ku divê kurd xwedî li kurdî derkevin.

'Em kurdî jiyanî bikin'

Xebatkara NÇM'ê Koçber Tarhan jî diyar kir ku divê kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û wiha berdewam kir: "Em ji çandê bigirin li hemû qadan divê kurdî bi kar bînin. Tu çiqas wî zimanê bi kar bînî, di nava jiyanê de piratîk bikî dê ewqas jiyanî bibe." Tarhan got ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ku dewlet pêk tîne hunermend di qada hunerê de kurdî bi kar bînin û xurt bikin. Tarhan wiha axivî: "Divê em kurdî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê wisa jiyanî bikin ku bibe karê meyê yekem. Heke em wisa nekin dê asîmîlasyona li dijî gelê kurd zêdetir bibe."

'Divê bi kurdî bikenin û bijîn'

Tarhan ê bal kişand li ser qirkirina spî ya îxtidaran jî û wiha got: "Jixwe şer tê meşandin. Belê şerekî bi zorê û fîzîkî heye lê şerê herî mezin şerê çandî ye. Bi qirkirina çandî ve te careke hêdî hêdî dixwaze tune bike. Li dijî vê yekê jî divê sekna me zelal be û em xwe biparêzin." Tarhan anî ziman ku bi ruhê berxwedêr ê Cizîr, Sûr, Sîlopî û Sakîneyan a di xebatên çandî û di her qadê de nêzîk bibin û bang li hunermendên kurd kir û wiha got: "Em bi şeklî kurdistanî ne. Lê di jiyanê de çi heyf e ne wisa ne. Her hunermendên kurd divê bi berpirsyariya ku girtiye li ser milê xwe nêzîk bibe û kurdî ji şeklî derxîne jiyanî bike." Tarhan derbirî ku divê bi nifşên nû kurdî bidin hezkirin û ev bangawazî kir: "Em kurdî di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. HEta em xewnên xwe jî bi kurdî bibînin. Bila hemû kes bi kurdî bijîn, bi kurdî razên, bi kurdî bikenin û bi kurdî hunerê pêk bînin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN