DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li Amedê ciwanan konferansa xwe pêk anî

 
28 Sibat
16:54 2015

AMED (DÎHA) - Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya Amedê bi tewlîbûna hezaran ciwan konferansê xwe pêk anî. Hevserokê DBP'a Giştî Kamuran Yuksek diyar kir ku li hember paketa ewlehiya navweyî divê gelê kurd û bi taybetî jî ciwanan tedbîra xwe bigire.

Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya Amedê li Salona Werzîşa ya Şaredariya Peyasê konferans pêk anî. Parlementera DBP'a Elîh'ê Ayla Akat Ata, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û bi hezaran ciwan tevlî konferansê bûn. Di salona konferansê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêşengiyên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egît), Mazlum Dogan, Zeynep Kinaci (Zîlan), şervana YPJ'ê Arîn Mîrxan û şervanên YPG'ê û YPJ'ê yên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dane hat daliqandin. Di salona konferansê de alên PKK, KCK, YPG, YPJ û DBP'ê û flamayê kesk, sor û zer hat xemîlandin. Di salona konferansê de pankartên "Jînên cîwan bi ruhê Leyla Şaylemez têdikoşe" , "Sala 2015'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo" , Em bi Kobanê dest pê kir, bi Kobanê serkevin" û "Li axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe û kolana xwe xwedî derkeve" hat daliqandin. Di salonê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" û "Ciwan fedaiya Apo ne" hatin berzkirin.

Konferans bi srûda "Ey raqîp" û rêzgirtîn destpê kir. Piştî rêzgirtinê hilbijartina dîwanê pêk hat û piştî hilbijartina dîwanê Hevserokê GIştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek axivî.

'Ciwanên li vir rêhavalên Serok Apo ne'

Yûksek diyar kir ku konferansa ciwanan di nava têkoşîna kurd de gelek girîng û dîrokî ye. Yuksek anî ziman ku di nava têkoşînê de rola ciwanan herî rola mezin û girîng e. Yûksek destnîşan kir ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve pêvajoya çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin û hêdî hêdî ber bi serkeftînê ve diçe û wiha got; "Ciwanên li vê derê rêhavalên Serok Apo ne. Ew pêvajoya di pêşengiya ciwanan û bi berxwedana ciwanan de ber bi serfirazî û serkeftînê ve diçe. Em dema ku pêvajoyê dinêhêrin tenê têkoşîna leşkerî na, têkoşîna siyasî û dîplomasî jî di nava serfirazî de pêk tê. Ew konferans ji bo hem diwarê pêvajoya çareserî de hem jî di têkoşîne de cihê ku pir taybet digire û em pir girîngî didin. Peywîra ku li ser milê ciwanan de parastina xwe ya reva bi zindî bike û damezrandina pergala demokratîk bike ye."

'Ciwanên Kurdîstanê bila xwe bi rêxistinî bikin'

Yuksek bilêv kir ku ji aliyê hikûmetê ve "pakêta ewlehiya hûndir" hatiye amadekirin û bi vê pakêtê dê girtin û binçavkirin zêde bibin. Yuksek destnîşan kir ku li hember paketa ewlehiya hûndir divê gelê kurd û bi taybetî jî ciwan tedbîra xwe bigire û wiha axivî: "Divê hemû kes li hemberî paketê tedbîran bigire. Ciwanên Kurdîstanê bila xwe bi rêxistinî bikin. Ciwan têkoşîneke bîrdozî ye."

'Me soz daye Rêber Apo û şehîdan'

Parlamentera HDP'ê ya Elîhê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku daxwaz û gotina ciwanan ji bo wan wekî talîmateke ye û wiha got: "Em bi felsefeya Serokatiyê bi ciwanan re ne. Ciwan çiqas xwe perwerde bike dê ewqas di nava pêvajoyê de xwe xurt bike. Êdî dem dema serkeftînê ye. Sala 2015'an bi tevlîbûna ciwanan û pêşengiya ciwanan dê bibe sala azadiya serokatiyê. Ji îro şûnde gelê me di pêşengiya ciwanan de ber bi serkeftinê ve dê biçe.
Em dixwazin ciwan di şopa rêhevalê me Engîn Sîncer (Erdal) re tev bigerin. Me soz dane Rêber Apo û şehîdan."

'Ciwan îro bi felsefa Rêber Apo ve ber bi azadiyê diçin'

Hevserokê Rêxistina DBP'a Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku di nava pêvajoya çareseriyê de helvesta ciwanan girîng e û wiha got: "Ev konferans ji bo me gelek girîng e. Ciwan îro bi felsefa Rêber Apo re ber bi azadiyê ve diçin. Zextên pergalê îro herî zêde li ser ciwanan tê meşandin. Lê çawa legehên gelê kurd li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedanekî dîrokî û bi rûmet li dar xistin dê îro jî bi dirûşmeya 'Rêberê Apo' wan polîtîkayên qirêj vala derbixin."

Hevserokê Rêxistina HDP'a Amedê Omer Onen jî axivî û wiha got: "Merheba Rêhevalên Serok Apo. Ciwan îro bi berxwedana ruhê 6-8 Cotmehê ber bi serfirazî ve diçe. Divê ciwanan di sala 2015'an de dengê xwe zêde bike û piştî wê konferansê azadiya gelan pêşengî bike. Bi felsefeya Rêber Apo li hemû kolanan de bi rêxistinî tev bigerin."

Endamên Meclîsa DBP'a Amedê Şerwan Yilmaz, Azîze Cîhan û Endamê MYK'ê yê DBP'ê Mazlum Tekdag jî axaftinên kurt kirin.

Konferans bi temaşekirina sînewîzyona "têkoşîna cîwanan" bi dawî bû.

(bk/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN