Jinên astengiyên polîsan şikandin: Em dê li qadan bin 2016-10-29 10:53:48 AMED(DÎHA) - Endamên KJA'yê li gel êrîşên polîsan ji bo binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata şermezar bikin daketin qadan. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kirin ku heta hevalên me serbest bên berdan dê li qadan bin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, hevşaredar, Dayîkên Aştiyê û hemû hevgirên KJA'yê û bi sedan jin ji bo binçavkirina hevşaredar Gultan Kişanak, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata şermezar bikin li ber navenda KJA'yê kom bûn. Polîsên ku derdora jinan dorpêç kirin gotin ku ew ê destûr nedin li derve daxuyaniyê bidin. Jinan diyar kirin ku ewê daxuyaniya xwe bidin û sekna xwe ya li ber KJA'yê domandin. Polîsan êrîşî jina kirin û jin derp kirin. Jinan bi silogana "Zext me bêzar nakin", "Em de bi berxwedanê bi ser bikevin", "Dest nede vîna me" û Jin jiyan Azadî" berz kirin. Jinan astengiyên polîsan nas nekirin û daxuyanî dan. Li ser navê komê Hevseroka Gişti ya DBP'ê Sebahat Tuncel, bal kiyand ser astengiya Wolîtiya Amedê û wiha got: "Walî di şexsê jinan de êrîşî hemû gelê kurd dike. Berxwedan û têkoşina me dê bidome. Tu hêz nikare têkoşîn, berxwedan û doza gelê kurd a demokrasî û siyaseta demokratik asteng bike. Tuncel, bilêv kir ku Komara Tirkiye 93 salin qeyranê dijî û wiha got: Bi binçavkirina Ayla Akat Ata û Gultan Kışanak dixwazin KJA'yê di bin zextan de bihêlin. Em jin rêya çareseriyê dizanin. Ji ber vê yekê em di ber xwe didin. Me li dijî kesên bedena jinê teşhir kirin di ber xwe da. Ji bo berxwedana jinê belav nebe êrîşî KJA'ê dikin. Ev têkoşîn dê bidome. Bila bi lezgîn hevalên me berdin. Weki ku Fatmagul Berktay gotibû ya li welat tê jiyandin qeyrana mêr e." Tuncel, bang li her kesi kir û xwest li vîna xwe xwedi derkevin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku Berdevka Demêya KJA'ye 3 rojin di bin çavan de ye û wiha got: "An em dê jiyanek azad bi dest bixin. An em tu jiyana din qebûl nakin. Wekî Birêz Ocalan jî gotiye heta hemû jin azad bibe em dê di ber xwe bidin. Em hevalên Sakine Cansiz in. Em qet li hemberî vê zilm û neheqiyê serî natewînin. Em qadan ji were nahêlin û em dê azadiya xwe biparezin. Heta Gultan û Ayla serbest bên berdan em dê li qadan bin." (mae)